Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 21'ê Nîsanê de saet di 06:30 de, hêzên me yên gerîla li hemberî qereqola Qenexder a li Bedlîs’ê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn û di encamê de leşkerek hat kuştin .
Di 15'ê Nîsanê, artêşa TC li quntara çiyayê Olek a Bedlîs’ê derket operasyonê, operasyon heman rojê bi dawî bû.
Ji 21'ê Adarê û pê ve li bejahiya li ser rêya Bedlîs-Xîzanê yekîneyên veşartî yên artêşa TC kemînan datînin.
Dı Çalakıya Lı Amedê De 3 Leşker Hatın Kuştın
Di 20'ê Nîsanê de saet di 09:00 de li ser rêya ber bi navçeya Amed Karazê ve, dema leşkeran kontrola rê dikin, yekîneyeke me li hemberî komek ji leşkeran çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Li vê derê 3 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên me yên li qada Şehîd Kawa ya li navçeya Farqîn’ê şehîd ketin, hat lidarxistin.
Lı Navçeya Mêrdîn Mehsertê Çalakî Lı Dıjî Qereqolê Hat Lıdarxıstın
Di 20'ê Nîsanê de saet di 07:00 de, li dijî qereqola Golê ya li navçeya Mêrdîn Mehsertê, hêzên me yên gerîla çalakî pêk anîn. 2 holik, kozikek çeka giran A-4, kozikek kamera termal û tankek li nava qerqolê hedef hatin girtin û derbên xurt li wan hatin xistin. Di vê çalakiyê de kozikên çeka giran A-4 û kamera termal hatin îmhakirin û derbên xurt li tank û holikan hatin xistin. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran ên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin.
Lı Gabarê Bomberdûman
Di 19'ê Nîsanê de saet di 11:30 de balafirên şer ên TC bombe li qada Derwêşê ya ser bi herêma Gabar a Şirnex’ê barandin. Piştî vê bomberdûmanê qereqolên li derdora herêma Gabarê obus û hawan avêtin herêmê.
Lı Colemêrgê 3 Leşker Hatın Kuştın
Di 20'ê Nîsanê de saet di 08:30 de li qada gundê Aşut a navçeya Colemêrg Çelê, ku yek ji gundên li ser sînor e, hêzên me yên gerîla bi tevgera yekîneyên veşartî yên artêşa TC hesiyan û bi çekên giran û ferdî li vê yekîneyê dan. Di encama vê lêdanê de 3 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê qereqola Aşutê heta saet 11:00 bi obus, hawan û tankan bombe li Situna, girê Şehîd Carlos û newala Şehîd Rustem barand.
Di 20'ê Nîsanê de saet di 13:00 de, leşkerên artêşa TC dema li derdora qada Şehîd Kendal a li ser sînorê Heftanîn’ê ye kozik çêdikin, hêzên me yên gerîla bi çekên giran çalakî li hemberî wan lidar xistin. Di encama çalakiya hêzên me de ev hewldana çêkirina kozikan a artêşa TC hat sekinandin. Piştî çalakiyê artêşa TC obus û hawan avêt qadên Şehîd Rênas û Deriyê Davetiya.
Lı Qılaban’ê Çalakî
Di 20'ê Nîsanê de saet di 09:00 de komek ji leşkerên ji qereqola Serbesta ya li navçeya Şirnex Qilaban’ê derketin qadê. Di vê kêliyê de hêzên me bi çekên giran li hemberî wan çalakî pêk anîn. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.
Êrîşa Lı Hemberî Herêmên Parastınê Yên Medyayê
Di 20'ê Nîsanê de saet di navbera 13:00-14:00 de balafirên şer ên artêşa TC qada Kortek a herêma Qendîl’ê, di 21'ê Nîsanê (îro) de saet di navbera 06:30-07:30 de girê Şehîd Gafûr ê li herêma Avaşîn’ê bombe kirin.
21 Nîsan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG