Ji çapemenî û raya giştî re!
Şerên giran ên em li hember êrîşên ku Erdogan, hikûmeta AKP û dewleta Tirk li Kurdistanê li dijî gelê me û tevgera me dimeşîne, bi awayekî hê berfirehtir dewam dike. Hêzên gerîlayên me yên li hember êrîşan çalakiyên mezin pêş dixin, li hember her cure êrîşan bi taktîkên xwe yên şer ên bi bandor têkoşînê mezintir dike . Li gor ve
Lı Xeta Sînorê Qılebanê Çalakî Dıdomın
Di 19’ê Nîsanê de saet 06.00’an hêzên gerîlayên me li hember leşkerên artêşa TC ên li sînorê navçeya Qileban a Şirnex’ê û li derdora girê Şehîd Lezgîn ê li xeta sînorê herêma Metîna ya girêdayî Herêmên me yên Parastina Medyayê çalakiyek li dar xistin, lê hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin. Dîsa saet 09.00’an hêzên gerîlayên me li hember leşkerên li derdora girê Kuroşîno çalakî li dar xistin. Li vir hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.
Di 19’ê Nîsanê de saet 10.00’an hêzên gerîlayên me li hember wesayîta zirxî ya Kobra ya hewl dida were girê Kuroşîno bi çekên giran û çekên ferdî çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de wesayîta zirxî hat îmhakirin, berbazek jî hat kuştin.
Di 19’ê Nîsanê de saet 11.00’an dîsa li hember leşkerên hewl didan bikevin girê Kuroşîno bi çekên giran bersiv hat dayîn û leşker vekişiyan.
Di 19’ê Nîsanê de saet 17.00’an dema helîkopterek Kobra ji Şirnexê diçû navçeya Çelê ya Colemêrgê ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hat derbkirin. Helîkoptera Kobra ya derbxwarî neçar maye li qereqola Serbesta ya li xeta sînor dakeve. Her wiha, hêzên me 2 kepçeyên li qereqola Serbasta jî bi çekên giran derb kirin.
Lı Şaxê 6 Leşker Hatın Kuştın
Di 19’ê Nîsanê de saet 07.00’an hêzên gerîlayên me li hember qereqola Girê Sûr a li navçeya Şax a Wanê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiya ji 2 baskan pêk hat de; baskê yekemîn 5 leşkerên li derdora qereqolê kom disekinîn hatin hedef girtin û her 5 leşker jî hatin kuştin. Baskê duyemîn jî; qereqol û kule kirin hedef, leşkerekî di kuleyê de hat kuştin. Ev çalakî ji bo bîranîna şehîd Hakî Amed û sê hevalên me hat lidarxistin.
Ev 15 rojên dawî artêşa TC li ser rêya Amed-Çewlikê li derdora gundên Qiledar, Kanî Spî, Tillê, Akro û Kopek kemînan datîne.
Lı Qada Akdagê Şer
Di 18’ê Nîsanê li qada Akdag a girêdayî navçeya Darahênê ya Çewlikê artêşa TC bi piştgiriya helîkopterên Kobra de dest bi operasyonekê kiriye, di navbera artêşa TC û hêzên gerîlayên me de şer qewimî. Dema detayên têkîldarî operasyon û şer bêne bidestxistin wê bi raya giştî re bê parvekirin.
Lı Qamûşanê 15 Leşker Hatın Kuştın
Di 16’ê Nîsanê de artêşa TC li bejahiya navçeya Qamûşan a Qersê kemîn danîne. Hêzên gerîlayên me yên ev kemînên artêşa TC ferq kirin bi çekên ferdî û navîn çalakî li dar xistin, bi giştî 15 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.
Piştî ji mesafeyek nêz hêzên gerîlayên me girek kirin hedef, leşkeran ji neçarî ev gir berdan. Di vî girî de bi giştî 8 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Di çalakiyê de hevalê Şerzan Qodnîş ê di çalakiyê de bi fedaiyane çû ser dijmin û bi lehengî şer kir birîndar bû, piştî rojekê di 17’ê Nîsanê de gihişt şehadetê.
Di 17’ê Nîsanê de artêşa TC bi helîkopterên Skorsky li girên qadê leşker danîn û hewl daye operasyonê berfireh bike. Hêzên gerîlayên me ji mesafeyek nêz bi çekên ferdî û navîn li hember komek leşker a wek baskan hewl dan bikevin qadê çalakî li dar xistin, li vir 7 leşker hatin kuştin, 3 birîndar bûn. Artêşa TC a derbeyên giran xwar, yekîneyên xwe yên veşartî berda û hêza xwe ya operasyonê kişand.
Lı Colemêrgê Operasyon Dıdome
Operasyona bejahî ya artêşa TC yê 16’ê Nîsanê danê êvarî li qadên Talê, Bakê û Bêderkê yên girêdayî Colemêrg’ê da destpêkirin hê jî dewam dike.
Balafırên Şer Lı Garê Dan
Di 19’ê Nîsanê de saet 12.00-13.00’an balafirên şer ên Tirk mintiqa gundê Gûzê yê girêdayî herêma Garê bombe kirin.
20 Nîsan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG