Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 22'ê Nîsanê de saet di 09:00 de, li ser rêya Elezîz-Dêrsim’ê li nêzî herêma Goktepe ya ser bi navçeya Mazgêrdê, gerîlayên me li hemberî maşîneke leşkerî ya zirxî ya bi tîpa Kobra çalakiyek sabotajê pêk anîn . Di encama çalakiyê de maşîn bi temamî hat rûxandin û li gorî tespîtên destpêkê 3 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Lê belê hejmara kuştî û birîndarên di maşînê de zêdetir e. Piştî çalakiyê li herêmê operasyonek hat destpêkirin. Helîkopterên bi tîpa Kobra li derdora Goktepe xistin.
Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyê me Sefkan ê li Rojdere şehîd ket, ji aliyê tîma tolhildanê ya Şehîd Sefkan ve hat lidarxistin.
Lı Qılebanê Wesayîta Leşkerî Ya Bı Tevger Hate Hedefgırtın
Di 22'ê Nîsanê de saet di 12:30 de, maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra li herêma navbera navçeya Şirnex Qilaban’ê û girê Kuroşîno yê li herêma Metîna de, bû hedefa gerîlayên me. Derbeke giran lê hat xistin, lê hejmara kuştî û birîndarên dijmin ê di hundirê maşînê de nehat zelalkirin.
Di 22'ê Nîsanê, ji saet 06:00 heta saet 17:00 artêşa Tirk ji qereqolên Serbesta, Aruş û Elemun ên li Qilaban’ê; bi obus, tank û hawanan li girên Kuroşîno û Şehîd Agir da.
Di roja 22'ê Nîsanê de saet di 00:00 heta 23'ê Nîsanê saet 07:30 balafirên şer bombe li girê Kuroşîno û qada Derarê barandin. Di danê sibehê de saet di 03:30 de jî helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker danî derdora girê Kuroşîno. Di heman demê de leşkerên ji 2 baskan ve tev digeriyan bûn hedefa hêzên me yên gerîla. Di encama lêdana bi çekên giran û ferdî de 8 leşker hatin kuştin. Piştî vî şerî balafirên şer bi dijwarî bombe li vî girî û derdora wê barandin.
Di vî şerî de gerîlayên me 2 çekên M-16 û çekeke Melez ji ser hêzên dijmin rakirin.
Di rojên 21 û 22'ê Nîsanê di saetên cuda de balafirên keşfê yên bêmirov li ser herêmên Heftanîn, Metîna û Garê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê geriyan.
23 Nîsan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG