HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Li dijî êrîşên faşîzan ên dewleta Tirk  li Kurdistanê dimeşîne ji bo bîranîna şehîdên berxwedanê, gerîlayên me li Mêrdînê çalakiyek berfireh a sabotajê li dar xistin.

Di 23’yê Nîsanê de saet 13.10’an hêzên gerîlayên me li mintiqa gundên Jor û Xanîka Jêr ya di navbera navçeyên Şemrex a Mêrdîn’ê û Çinar a Amed’ê de li hember otobusa tîmên taybet ên ji Nisêbînê diçûn Amed’ê çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di otobusa bi giranî hate derbkirin de bi dehan mirî çêbûn, lê hejmar nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC bi 6 ambûlans û 4 helîkopterên Skorsky ve mirî û birîndarên xwe rakirin. Piştî çalakiyê, heta saet 18.00’an rêya ku çalakî lê pêk hate li trafîkê hat girtin. Ev çalaki ji bo bîranîna hevalên me yên li Amed’ê şehîd ketine û şehîdên berxwedanê yên Nisêbîn’ê hat lidarxistin.

Operasyona Lı Lıcê Dıdome

 Di 23’yê Nîsanê de artêşa TC li qada Şehîd Navdar a girêdayî navçeya Licê ya Amed’ê û derdora wê dest bi operasyonek berfireh kiriye. Di operasyonê de şer qewimîn, balafirên şer jî bomberdûman pêk anîn. Operasyon hê jî didome, detayên bi dest bikevin jî wê bi raya giştî re bêne parvekirin.

Di 23’yê Nîsanê li ser rêya Amed-Çewlikê bi wesayîtên zirxî dest bi operasyonekê kirine.

Balafırên Şer Heftanîn Bombe Kırın

Di 23’ê Nîsanê de saet 00.00-02.00’an balafirên şer ên Tirk Dola Şehîd Delîla û derdora gundê Keşan ê girêdayî herêma Heftanîn ya ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê bombe kirin.

Lı Hember Leşkeran Çalakî

Di 24’ê Nîsanê de saet 09.00’an li derdora girên Şehîd Zerdeşt û Şehîd Rahîme yên li qada Oremar a li sînorê navçeya Gever a  Colemêrg’ê tevgera leşkerî ya artêşa TC çêbûye. Hêzên gerîlayên me saet 09.00’an li hember artêşa TC bi çekên giran çalakî li dar xistin. hejmara leşkerên mirî û birîndar li vir nehat zelalkirin.

24 Nîsan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG