HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Hevalê Gever ê li Şengalê di şerê berxwedanê ya li dijî faşîzma DAIŞ’ê de di komên yekemîn de bi fedakariyek mezin cihê xwe girt û têkoşiya, bi sekna xwe ya kedkar û wêrek bûye hevalekî mînak û tevlîbûnek xurt nîşan daye . Hevalê Gever ê sala 2012’an tevlî refên me yên têkoşînê bû û di gelek qad û sehayan de cih girt, piştî ezmûnên girtî ji dil û can tevlî şerê azadiya gelê me yê Êzidî bû û ev wezîfeya dîrokî girtiye ser milên xwe.

Hevalê Gever coş û azmê rêwiyên karwanên şoreşgerên mezin ên ji bo afirandina pêşeroja gelekî derdikevin rê, di dilê xwe de ava kiriye, bûye şopdarê jiyana bi pîvan a felsefeya Apoyî û di vê oxirê de li Şengal’ê di Hezîrana 2015’an de tevlî karwanên şehîdan bûye.

Em ji malbata xwe ya bi nirx a Çitak re sersaxiyê dixwazin,  em soz didin ku bi kîlîtbûna li derdora şehîdên xwe em ê azadiyê bigihînin serkeftinê.

Nasnameya gerîlayê me wiha ye:

gever bilal_small

 

 

 

Nasnav: Gever Zagros
Nav û Paşnav: Bîlal Çitak
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik û Bav: Edîbe-Ramazan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 3’yê Hezîrana 2015’an/Şengal.

 

 

26 Nîsan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG