HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 26’ê Nîsanê de saet 13.00’an hêzên gerîlayên me li hember leşkerên artêşa TC ên li nêzî gundê Kûlvarî yê navenda Dêrsim’ê çalakiyek li dar xistin. 2 çeperên leşkerên artêşa TC bi bandor hatin derbkirin û li vir 6 leşker hatin kuştin. PIştî çalakiyê jî artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ve ji qadê girt. Piştî bûyerê, helîkopteran li qadê dan. Di heman saetan de qereqola Kûtûdere jî bi hewanan qad bombe kir. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalê Sefkan Dêrsim ê li Dêrsimê şehîd ketiye hat lidarxistin.

Lı Hember Qereqola Gundê Qeymeqam Çalakî

Di 27’ê Nîsanê de saet 06.00’an hêzên gerîlayên me li hember qereqola gundê Qeymeqam a di navbera navçeya Dihê ya Sêrt’ê û Şirnex’ê de çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin; helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe ji qadê rakirin. Pişt çalakiyê artêşa TC qad da ber hewan û tankan.

Di 25’ê Nîsanê de yekîneyek gerîlayên me yên li derdora gundê Rindikê yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrg’ê diçûn wezîfeyên û artêşa TC rû bi rû hatin û li vir şer derket. Di vî şerê de hevalê me Botan Devrîm gihişt şehadetê; hevalê me Canşêr jî bi birîndarî dîl hat girtin.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;

botan metin_small

 

 

 

 

Nasnav: Botan Devrîm
Nav û Paşnav: Metîn Kaçar
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik-Bav: Pîrûze – Fadil
Dîrok û Cihê Şehadetê: 25’ê Nîsana 2016’an /Colemêrg

 

Hevalê Botan ê di salên dawî de tevlî nava refên me yên têkoşînê bibû, ji bo meşek mîlîtanî ya li ser xeta fedaî ya Apoyî li qadên ku hêstên herî xurt ên welatparêziyê yên azadiyê bi baweriyek mezin afirandiyê pêk bîne, berê xwe daye çiyayê Kurdistanê. Di demek kurt de pêşketin bi dest xistiye, bi sekin û taybetmendiyên kesayetiya kamil ve bûye gerîlayekî pêşeng û di dîroka partiya şehîdan PKK’ê de tevlî nava karwanên şehîdan bûye.

Dı Operasyona Lı Sarıyaylayê De Şer

Di 17’ê Nîsanê de artêşa TC li qada Sariyayla ya Erzirom’ê dest bi operasyonekê kir. Di şerên vê operasyonê de têkîliya me bi hevalê me Mahîr Malazgîrt re qut bibû. Hevalê me Mahîr  şehîd ketiye.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;

mahir emrah_small

 

 

 

 

Nasnav: Mahîr Malazgîrt
Nav û Paşnav: Emrah Kûrt
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik-Bav: Hurriyet – Raîf
Dîrok û Cihê Şehadetê: 17’ê Nîsana 2016’an / Erzirom

 

Hevalê Mahîr ê bi azadiya gelê Kurdistanê mezin bûye, daye ferqkirin ku jiyana bi pîvan û rûmet bi têkoşînên dijwar derdikevin holê, sala 2008’an li çiyayên Kurdistanê dest bi têkoşîna tijî fedakarî kiriye. Hevalê Mahîr ê pêşketinek zû bi dest xist, hêza nirxandina rast a bûyeran di xwe de kûr kir, li gelek qadan berpirsiyarî û wezîfe girtiye, xebatên girîng meşandine.

Hevalê Mahîr ku di vê pêvajoya dîroka ya gelê Kurdistanê de di ferqa pêşketinên şoreşî de bû, li her qadê van wezîfeyên dîrokî girtiye ser xwe û bûye xwedî meşeke fedakarî. Di şerên bi dijmin re jî di xeta berxwedana Apoyî de şerek meşandiye û tevlî karwanê şehîdên azadiyê bûye.

Di 26’ê Nîsanê de saet 21.30’an hêzên gerîlayên me li navçeya Karaz a Amed’ê li hember tabûrê çalakî li dar xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin.

Di 26’ê Nîsanê de artêşa TC li bejahiyên gundên Qiledar, Markê, Korxê û Gezan ên navçeya Licê ya Amed’ê dest bi operasyonê kiriye.

Di 26’ê Nîsanê de saet 17.30-18.00’an hêzên gerîlayên me li hember artêşa TC a li derdora girê Şehîd Zerdeşt ê girêdayî qada Oremarê ya li sînorê navçeya Gever a Colemêrg’ê bi çekên giran çalakî li dar xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê jî qereqola Oremarê girê Şehîd Gafûr da ber obus û hewanan.

Di 20’ê Nîsanê de artêşa TC li qada Kanî Orê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrg’ê dest bi operasyonê kiri bû. Operasyon di 26’ê Nîsanê di danê êvarî de bêencam vekişiya.

27 Nîsan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG