Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 27’ê Nîsanê de saet 16:00’an de hêzên gerîlayên me li hember leşkerên TC yên ku li derdora Girê Kûroşîno yê li ser sînorê Navçeya Qilaban a Şirnex’ê, çalakiyek a sabotajê li dar xistin . Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.
Lı Amedê Operasyon
Di 25’ê Nîsanê de artêşa Tirk li herêma gundê Gezan, Karxê, Markê û Qiledar ê girdayî navçeya Licê ya Amed’ê dest bi operasyonê kirine. Ev operasyon di 27’ê Nîsanê de bi awayekî bê enecam vekişiya.
Lı Çelê Çalakî
Di 27’ê Nîsanê de saet 13:30’an de hêzên gerîlayên me li hember qereqola Erîş a li ser sînorê Çelê ya Colemêrg’ê bi çekên giran çalakiyek li dar xistin. Di ve çalakiyê de avahiya qereqolê ya ku hatibû hedefgirtin hat derbkirin.
Lı Bedlîs'ê Operasyon
Di 30’ê Adarê de artêşa TC li bejahiya Mûtkê a Bedlîs'ê dest bi operasyonê kiribû. Di şerên di ve operasyonê de hevriyê me Bedran bi awayekî birîndar dikeve destê artêşa TC’ê. Hevriyê me Bedaran piştî dikeve destê dijmin bi êşkenceyê ji aliyê artêşa TC ve tê qetilkirin.
28 Nîsan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG