Ji çapemenî û raya giştî re!
Yek ji lingên herî girîng a şerê qirêt ku artêşa TC’ê li Kurdistanê dimeşîne, bi awayekî zêde ji aliyê medyaya şer tê bikaranîn. Koma Qesra faşîst a ji şerê dagirkirinê ti encamên cîdî bi dest nexistin , bi nûçeyên xwe yên derewîn ên wek di êrîşên hewayî de windahiyan dide gerîla, hem bi xwe bawer dike hem jî hewl dide gel pê bide bawerkirin. Ji van êrîşan, di êrîşên 29’ê Nîsanê de ti windahiya hêzên me çênebûne. Berevahî li jiyangehên gelên herêmê zerarên cîdî yên madî pêk hatine.
Lı Şırnexê Çalakî
Di 29’ê Nîsanê de saet 05.30-06.00’an hêzên gerîlayên me li hember girê Tabûra Gundikê Melê ya li Şirnex’ê bi çekên giran çalakiyek li dar xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin. Her wiha di 30’ê Nîsanê heta saet 07.00’an jî qadên Çiyayê Fillehan û Bestê Meryemê bi hewanan bombe kirin.
Di 29’ê Nîsanê de saet 23.00-23.30’an balafirên şer ên Tirk mintiqa Tabûra Ereban a li herêma Avaşîn a ji Herêmên Parastinê yên Medyayê, dîsa saet 00.30-01.00’an qada Şehîd Rûken bombe kirin.
Di 29’ê Nîsanê de saet 23.00-00.00’an balafirên şer ên Tirk li mintiqayên Lelîkan û Geliyê Reş ên Xakûrkê dan.
Di 29-30’ê Nîsanê de saet 23.00-01.30’an balafirên şer ên Tirk li nêzî gundê Bolê, qada Kortek, gundê Ebûbekîr, gundê Xobiyar, gundê Bokrîskan, gundê Silê û gundê Bredê dan.
Leşker Jı Bo Valakırına Gundan Zextê Lı Gel Dıkın
Di 24’ê Nîsanê de artêşa TC li mintiqayên Xumarovv û Geliyê Tûyê yên Şemzînan a Colemêrg’ê dest bi operasyonekê kiribûn. Artêşa TC li gundên Tûyê, Qola, Nêrdûşa, Deman, Tisê, Helenkê û Meleyanê bi zorê ketin malan, li malan lêgerîn pêk anîn, ji bo gund vala bikin zext li ser gundiyan kirin. Di heman demê de artêşa TC ji bo cerdevan jî tevlî operasyonê bibin, zext kirin û tehdît kirin. Operasyon di 25’ê Nîsanê de bêencam vekişiya.
Di 29’ê Nîsanê de saet 10.00-10.30’an artêşa TC bi piştgiriya 2 helîkopterên Kobra ve bi helîkopterên Skorsky li derdora girê Leylek ê qada Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrg’ê hewl da leşkera deyne. Hêzên gerîlayên me bi çekên giran çalakî li dar xistin û helîkopter neçar man ji qadê vekişin.
30 Nîsan 2016
Navenda ÇapemenÎ û Ragihandina HPG