HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Li dijî êrîşên faşîzane yên artêşa tirk yên li Kurdistan’ê di meşine li hemberî van êrişan çalakîyên bi bandor yên gerîlayên me  berdewam dike. Li gor ve

Di roja 28'ê Nîsanê, li ser rêya navbera navçeyên Soma û Kirkagaç ên Manîsay’ê, li dijî ekîbên jendermeyan, yekîneyên me yên HPG'ê 2 çalakiyên sabotajê pêk anîn. Çalakiya destpêkê li hemberî ekîbên jendermeyan hat lidarxistin, çalakiya duyemîn jî li dijî hêzên dijmin ên hatin destwerdanê pêk hat.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di çalakiya destpêkê ya li hemberî nîv-otobuseke leşkerî de zêdeyî 20 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Li Çelê, Qileban Û Amedê Çalakiyên Bi Bandor

Di  30’ê Nîsanê de saet 11.00’an hêzên gerîlayên me li hember qereqola Êrîş a li xeta sînorê navçeya Çelê ya Colemêrg’ê bi çekên giran çalakî li dar xistin, di vê çalakiyê de avahiya qereqolê hat hedefgirtin, her wiha leşkerên ji derveyî qereqolê ketin nav tevgerê jî tevlî hedefgirtinê kirin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin, artêşa TC bi wesayîtên zirxî mirî û birîndarên xwe rakirin. Piştî çalakiyê jî qadên derdor dan ber obus û hewanan.

Lı Şırnex’ê Çalakî

Di 30’ê Nîsanê de saet 11.20’an dema leşker li qereqola Tepê Sînek a li sînorê navçeya Qileban a Şirnex’ê kom dibûn, hêzên gerîlayên me bi çekên giran çalakî li dar xistin.

Di  saet 13.00’an hêzên gerîlayên me bi çekên giran li ser wesayîta dozer a hewl daye li derdora qereqolê rê çêke çalakî li dar xistin û xebatên çêkirina rê dan rawestandin, hejmara leşkerên mirî û birîndar li vir nehatin zelalkirin.

Di 30’ê Nîsanê de saet 11.20’an li hember leşkerên artêşa TC yên li derdora girê Çeperên Şexa yê li nêzî gundê Aşûtê ku li sînorê navçeya Qileban a Şirnex’ê ye, hêzên gerîlayên me çalakiyek sûîqestê li dar xistin û leşkerek hat kuştin. Her wiha, hêzên me li hember leşkerên ku komî sekinîne jî çekên giran bi kar anîn. Her çiqasî li vir leşkerên mirî û birîndar hebin jî hejmar nehat zelalkirin.

Lı Hênêya Amedê Çeperên Leşkeran Hatın Rûxandın

Di 30’ê Nîsanê de saet 18.20’an hêzên gerîlayên me li hember qereqola Hêgasor a girêdayî navçeya Hênê ya Amed’ê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de hêzên me bi bandor li çeperek, nîzamiye û avahiya qereqolê dan. Di ve çalakiyê de çepera ku 3 leşker tê de bûn bi temamî hat rûxandin û her 3 leşkerên tê de jî hatin kuştin. Piştî çalakiyê jî artêşa TC qadên derdora xwe da ber çekên giran.

Lı Navbera Hênê Û Karazê Operasyon Dıdome

Artêşa Tirk di 27’ê Nîsanê di navbera Hênê û Karazê de li qada Şehîd Rojhat dest bi operasyonekê kiriye, li gundên Şaqlat, Qadışê, Gaban, Tilitin, Hurê, Hewrê û Zara qedexeyên kolanan hatin îlankirin û operasyon hê jî didome.

Lı Bedlîsê Bı Tevlîbûna Cerdevanan Operasyon

Di 30’ê Nîsanê de artêşa TC li qada Şehîd Mîzgîn a Bedlîs’ê bi tevlîbûna cerdevanan dest bi operasyonekê kiriye. Hêzên gerîlayên me li nêzî gundê Olekê yekîneya veşartî ya artêşa TC ferq kirin û di çalaki lidarxistin ve çalakîyê de leşkerek kuştin. Her wiha li vir wesayîtek yekîneyên kontra ya di nav tevgerê de jî hat derbkirin. Yekîneya heta demek dirêj nikarîbû tevbigere, bi hewanên ji qerqolên Şêx Cûma û Hêvrîsê bi zorê vekişiyan. Dîsa, saet 20.30-21.00’an helîkopterên Kobra li mintiqa Olekê dan.

Lı Qersê Operasyon

Di 25’ê Nîsanê de artêşa TC li qada Çemçê ya girêdayî navçeya Qaqizman a Qers’ê dest bi operasyonekê kirine. Di vê operasyona ku şerên giran tê de qewimîn de bi yekîneyek gerîlayên me ve têkîliyên me qut bûne. Dema agahiyên bi detay ên der heqê operasyonê de hatin bidestxistin wê bi raya giştî re bên parvekirin.

Lı Şırnex’ê Êrîşên Hewayî

Di  29’ê Nîsanê de saet 18.30-19.00’an û 30’ê Nîsanê saet 03.00’an balafirên şer ên Tirk mintiqa Xirbikê Bestê ya li qada Besta ya Şirnex’ê bombe kirin.

Gerîlayên Me Bersıv Dan Êrîşên Helîkopteran

Her wiha di 30’ê Nîsanê de saet 22.00-23.00’an 2 helîkopterên Kobra li qada Şehîd Rahîme ya li sînorê navçeya Gever a  Colemêrg’ê dan, li hember vê jî gerîlayên me bi çekên giran li helîkopterên Kobra dan. Piştî vê bersivdayinê helîkopterên Kobra neçar man vekişin.

1 Gulan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG