Ji çapemenî û raya giştî re!
Li dijî êrîşên dewleta AKP’a faşîst, ji bo bîranîna şehîdên berxwedana xwerêveberiyê û ji bo bîranîna 4 hevalên me yên li dijî êrîşên li hember Şehîdgeha Şêx Saît bi berxwedanek mezin şer kirin , yekîneya me ya gerîla ya Şehîd Şahîn Zaza li navçeya Pîran a Amedê li hember Fermandariya Jendermeyan çalakiyek berfireh a bersivdayinê li dar xist.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Xemgîn Koçer û Nûcan Malatya de;
Dı Çalakıya Lı Dıjî Fermandarıya Jendermeyan De 47 Leşker Hatın Kuştın
Di 1’ê Gulanê de saet 21.50’an li navçeya Pîran a Amedê çalakiyên gerîlayên me pêş ketiye. Baskê yekemîn ê hezên me, li hember Fermandariya Jendermeyan a Navçeya Pîran’ê bi wesayîtek bombebarkirî ve çalakiya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiya sabotajê de 6 çeperên leşkerî, 2 kule, 2 tank, 2 panzer û 12 wesayîtên sivîl ên artêşa TC hatin rûxandin. Her wiha, lojmanek leşkerî bêkêr bûye, di lojmanekê de jî texrîbatek mezin pêk hat. Di encama çalakiya li ser Fermandariya Jendermeyan a ku 180 leşker tê de bûn de 47 leşker hatin kuştin, 12 jê giran, 78 leşker jî birîndar bûn.
Lı Hember Mıdûrıyeta Emnıyetê Çalakî
Baskê çalakiyê yê duyemîn jî bi çekên navîn li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Pîran’ê û li girê Tîm dan. Li vir 2 polîsên Tîmên Taybet birîndar bûn.
Lı Hember Yekîneyên Teqwıye Çalakî
Baskê hêzên me yê sêyem jî, li hember yekîneyên teqwiye yên ji Navenda Amed’ê, navçeyên Erxenî, Egîl û Hênê bên çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de wesayîtek zirxî hat hedefgirtin. Di encam de wesayîta zirxî rûxiya, 3 polîsên Tîmên Taybet jî hatin kuştin. Her wiha, wesayîteke ku Midûrê Emniyetê yê Navçeya Hênê û Cîgirê wî jî tê de hat hedefgirtin, hem Midûrê Emniyetê hem jî Cîgirê wî birîndar bûn.
Di encama çalakiya berfireh de artêşa TC bi 40 ambûlans û 5 helîkopterên Skorsky ve mirî û birîndarên xwe rakirin. Dîsa balafirên şer û helîkopterên Kobra li qûntarên di navbera navçeya Hênê û Pîran’ê dan. Di vê çalakiya berfireh de bi gerîlayekî me re têkîliyên me qut bûne.
Medyaya şerê taybet a Tirk bi pêkanînek taybet ve hewl daye encamên berfireh ên vê çalakiyê binuxumîne.
Çalakiyên gerîlayên me yên bi bandor berdewamdike
Lı Amedê Operasyon
Di 2’yê Gulanê de artêşa TC li qada Şehîd Ferhat û Şehîd Serxwebûn a Amed’ê dest bi operasyonekê kirine. Di operasyonê de balafirên şer û helîkopterên Kobra jî qad bombe kirine.
Lı Dêrsımê Çalakî
Di 2’yê Gulanê de saet 16.40’an hêzên gerîlayên me li hember yekîneyek artêşa TC ya li derdora gundê Xarçik ê girêdayî navçeya Pîlemûrî ya Dêrsim’ê xwe bi cih kirine çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de çeperek bi temamî hat rûxandin û 2 leşkerên tê de hatin kuştin. Piştî çalakiyê qereqolên Akdîlek û Kirmizi Kopru qada çalakiyê bi obus û hewanan bombe kirin. Dîsa, artêşa TC li derdora gundên Kirmizi Kopru, Sîxan û Xacikê dest bi xebatên lêgerîn-lêkolînê kirine.
Di 30’ê Nîsanê de hêzên gerîlayên me wesayîteke ku ji qereqola Avûtka ya girêdayî navçeya Xozat a Dêrsimê re malzeme dibir desteser kirin, ajokar serbest berdan û wesayît şêwitandin bêkêr kirin.
Jı Yja Starê Çalakî
Di 2’yê Gulanê de saet 06.30’an gerîlayên me yên YJA Starê li hember girê Gûzekûrkê yê di navbera Şirnex û navçeya Qileban’ê de ku artêşa TC xwe tê de bi cih kiribû, çalakiyên sûîqestê li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC derdora xwe bi hewan, obus û tankan bombe kir.
Di 2’yê Gulanê de saet 11.00’an hêzên gerîlayên me li hember artêşa Tirk a li derdora qada Şehîd Kendal a li sînorê navçeya Qileban a Şirnex’ê bi cih bûne bi çekên giran çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC qada Şehîd Rênas bi obus û hewanan bombe kir.
Lı Şemzînanê Sewqıyata Leşkerî
Di 1’ê Gulanê de artêşa TC sewqiyata leşkerî ji bo Tabûra Garê ya li qada Şemzînan a Colemêrg’ê kiriye. Her wiha, artêşa TC di ketin û derketina navçeyê jî nuqteyên kontrolê danîne.
Lı Hember Qereqola Mawa Çalakî
Di 1’ê Gulanê de hêzên gerîlayên me li hember qereqola Mawa bi çekên giran çalakî li dar xistin. Li vir hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.
Di 29’ê Nîsanê de artêşa TC li hember Genîş Tepesî yê li qada Şemzînan’ê dest bi operasyonekê kiriye. Di 3’yê Gulanê de saet 07.30-08.00’an artêşa TC hewl da bikeve gir, li hember vê jî hêzên me bi çekên giran bersiv dan û artêşa TC vekişiya. Operasyona li vê qadê hê jî didome.
Di 3’yê Gulanê de saet 09.30-10.00’an helîkopterên Kobra û balafirên şer li qada Şehîd Havîn a li qada Şemzînan’ê dan.
Di 2’yê Gulanê de artêşa TC bi balafirên şer Genîş Tepesî, Kurê Mizgeftê û Şehîd Havîn ên li qada Şemzînan’ê bombe kirin.
3 Gulan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG