HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di  1’ê Gulanê de di danê êvarî gerîlayên me li hember Fermandariya Jendermeyan a navçeya Pîran a Amed’ê çalakiyek berfireh a sabotajê li dar xistin. Her wiha hêzên me li ser rêya Hênê jî li hember polîsan çalakiyek li dar xistin. Detayên têkîldarî van çalakiyan dema agahî hatin bidestxistin wê bi raya giştî re were parvekirin.

Di 30’ê Nîsanê de artêşa TC li hember qada Şehîd Mizgîn a Bedlîs’ê operasyonek dane destpêkirin. Di 1’ê Gulanê de saet 19:00’an de hêzên me li hember leşkerên ku li girê qada Girê Baran kom bûne, çalakiyek bi çekên ferdî li dar xistin. Di vê çalakiyê de têkildarî kuştî û birîndarên leşkerên Tirk agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Piştî çalakiyê artêşa TC derdora xwe da ber çekên ferdî û bombeyan. Operasyon bi yekîneyên veşartî li herêmê hê jî didome.

Di 1’ê Gulanê de saet 12:00’an hêzên gerîlayên me li hember artêşa TC ya ku li derdorê Girê Şehîdan ê li ser sînorê Qilaban a Şirnex’ê bi cih bibûn çalakiyeke bi çekên giran li dar xistin. Di vê çalakiyê de kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.

Di 1’ê Gulanê de saet di navbera 12:30-14:30’an de hêzên gerîlayên me li hember artêşa Tirk ku bi alîkariya wesayîtên zirxî û dozeran hewl didan li Girê Sîtûnayê rê çêkin, bi çekên giran çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de artêşa TC bi paş ve kişiyay.

Di 1’ê Gulanê de saet di navbera 17:30-19:00’an de gerîlayên me li hember artêşa TC ya ku li derdora Girê Kûroşîno kom bibûn, çalakiyeke bi hewanan li dar xistin. Li vir hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.

Di 1’ê Gulanê de saet 14:30’an de hêzên gerîlayên me li hember artêşa TC ya ku dixwest li derdora Girê Şehîd Kendal a li ser sînorê navçeya Qilaban a Şirnex’ê çeperên nû ava bikin, çalakiyeke sûîqestê li dar xistin. Têkildarî kuştî û birîndarên vê çalakiyê de agahiyên zelal nehat bidestxistin.

Di 1’ê Gulanê de hêzên me li hember Qereqola Yekmalê bi çekên giran (Hewan) çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.

Di 29’ê Nîsanê de artêşa Tirk li qada di navbera Gundê Katûna ya navçeya Şemzînan, navçeya Şemzînan û gundê Garê yê navçeya Şemzînan a Colemêrg’ê operasyonek daye destpêkirin.

Di 29’ê Nîsanê de saet 07:00-11:00’an helîkopterên Kobra bi awayekî dijwar li derdora gundê Aşkita ya girêdayî navçeya Elbak a Wanê dan.

2 Gulan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG