Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 2'ê Gulanê de saet di 04:00 de yekîneyeke me ya gerîla li gundê Uçtaş ê navçeya Gumuşhane Kurtunê, li hemberî santraleke hîdroelektrîk çalakiyeke sabotajê pêk anîn . Di heman demê de yekîneyeke me ya din, li hemberî bendava li ser çemê Gavres ê li navçeya Gîresûn Dogankentê çalakiya sabotajê lidar xist. Di encama van çalakiyên sabotajê de santrala hîdroelektrîk û bendav hatin rûxandin.
Lı Dersîm’ê Derbeke Lı Artêşa Tırk A Derket Operasyonê Hat Xıstın
Di 4'ê Gulanê de saet di 20:00 de artêşa TC li herêmên Xiştan, Derwêşan, Şobek, Îbnî Mahmût ên navçeya Dersîm Mazgêrd’ê bi desteka balafirên keşfê yên bêmirov operasyonek da destpêkirin. Hêzên me yên gerîla roja 5'ê Gulanê de saet di 08:00 de liv û tevgera li vê derê xistin bin kontrola xwe û saet di 12:30 de li kaşê Derwêşanê xwe berdan nava leşkerên li vê derê bi cih bûbûn. Ji du baskan ve derbên xurt li leşkeran hat xistin û li vê derê 5 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê helîkopterên bi tîpa Kobra û balafirên şer li kaşê Derwêşan, derdora Îbnî Mahmût û Xiştanê bombe kirin. Her wiha maşînên zirxî bi çekên giran gule li van herêman reşandin.
Piştî vê liv û tevgerê, artêşa TC avêt ser gundên li derdorê û gelek gundî binçav kir. Artêşa TC piştre bi helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe ji herêmê rakir. Artêşa TC nîvê şevê li herêmê kemîn jî danî. Operasyon roja 6'ê Gulanê de bi rengekî bê encam mayî bi dawî bû. Çalakiyên li hemberî van hêzên operasyonê, ji bo bîranîna Azad Sîser û 5 hevalên me yên pê re şehîd ketin, hatin lidarxistin.
Lı Şemzînanê Çalakıya Bı Bandor
Di roja 6'ê Gulanê de saet di navbera 10:00-14:00 de hêzên me yên gerîla bi çekên giran li artêşa Tirk a li derdora girê Genîş ê navçeya Colemêrg Şemzînan’ê bi cih bûbû, xist. Kuştî û birîndarên leşkeran ên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin.
Di 6'ê Gulanê de saet di navbera 14:00-15:00 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li qada Şehîd Havîn a li Şemzînan’ê barandin.
Çalakıya Lı Geverê
Di 6'ê Gulanê de saet di navbera 10:00-16:00 de hêzên me yên gerîla li hemberî artêşa TC a li derdora girê Leylek ê li navçeya Colemêrg Gever’ê bi cih bûbûn, bi çekên giran çalakiyek pêk anîn. Hejmara leşkerên li vir hatin kuştin û birîndar bûn nehat zelakirin.
Agahiyên li ser nasnameya 6 gerîlayên me wuhayê:
Di 6'ê Gulanê de saet di 13:00 de komek ji gerîlayên me li qada Şehîd Mazlûm a li navbear Çiyareş û Çelê ya navçeya Colemêrg Çelê diçû wezîfeya xwe, ket kemîna artêşa TC. Di şerê li vir de hevalekî me şehîd bu.
Agahiyên li ser nasnameya hevalê me yê şehîd bi vî rengî ye:
Nasnav: Ronî Siyabend
Nav paşnav: Siyament Turfent
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Navên dayik û bav: Hacara-Şukru
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Gulana 2016 / Colemêrg
Di roja 29'ê Nîsanê, balafirên şer ên artêşa TC bombe li qada Xirbikê Bestê yê herêma Besta ya Şirnex’ê barandin. Ji ber vê bomberdûmanê 5 hevalên me şehîd bun.
Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yê şehîd bi vî rengî ne:
Nasnav: Bahoz Arya
Nav paşnav: Adil Brûkîmîlan
Cihê ji dayikbûnê: Makû
Navên dayik û bav: Hatûn-Esedûllah
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Nîsana 2016 / Şirnex
Nasnav: Şer Dîmo
Nav paşnav: Erdal Doner
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Navên dayik û bav: Hanîfe-Sabrî
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Nîsana 2016 / Şirnex
Nasnav: Canfeda Botan
Nav paşnav: Halît Şûngûr
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Navên dayik û bav: Azîze-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Nîsana 2016 / Şirnex
Nasnav: Kajîn Ferman
Nav paşnav. Hediye Kulter
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Navên dayik û bav: Leyla-Resûl
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Nîsana 2016 / Şirnex
Nasnav: Êrîş
Nav paşnav: Ridvan Bozgan
Cihê ji dayikbûnê: Êlih
Navên dayik bû nav: -
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Nîsana 2016 / Şirnex
Ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê mehên Nîsan û Gulanê, mehên sembolbûyîn û wateya herî kûr a kevneşopiya şehîdan e. Pêvajoyeke ku ewladên leheng ên gelê me tevlî karwanê şehîdan bûne û veguheriye têkoşîna xwedîderketina bi mîlyonan.
Em hevalên xwe Bahoz Arya, Şer Dîmo, Canfeda Botan, Êrîş, Kajîn û Ronî Siyabend ên di mehên Nîsan û Gulanê de şehîd bune bibîr tînin û em ê erk û wezîfeya dîrokî ya wan di rêya azadiyê de dewrî me kirine, bi cih bînin.
Di vê dema ku ji bo bîranîna Hakiyan, Çaran, şoreşgerên mezin ên Tirkiyeyî, Leyla Qasiman, Mizgînan û herî dawî ji bo bîranan Azad û Çekdaran em biryardariya xwe ya meşa şoreşê dikin biryardariya ji pola de, em ê soza azadiyê ya me daye şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin. Em gihaştine vê biryardariyê. Bi vê soz û biryardariyê wê xwedî li bîranîna şehîdan bê derketin.
7 Gulan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG