HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di roja 5'ê Nîsanê de saet di 19:00 de hêzên me yên gerîla li navçeya Sêrt Hawêlê li dijî qereqola Verxanis’ê çalakiyek pêk anîn. Hêzên me ji du baskên cuda ve li 2 kozikên li ser gir xistin û ew îmha kirin. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran ên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC roja 6'ê Gulanê dest bi operasyonê kir. Operasyon nîvro bê encam bi dawî bû.

Operasyona Lı Bedlîs'ê

Di 5'ê Gulanê, artêşa Tirk li herêma gundên Akunus, Herat û Azê yên navçeya Bedlîs Xîzan'ê derket operasyonê. Leşkeran di dema operasyonê de avêtin ser gundên Akunus, Herat û Azê û li malan lêgerîn kirin. Operasyon danê êvarê de bi awayekî bêencam mayî bi dawî bû.

Artêşa Tırk Lı Mazgêrd’ê Bombeya Mîsketê Bı Kar Anî

Di 4'ê Gulanê de artêşa TC li herêmên Xiştan, Derwêşan, Şobek û Îbnî Mahmût ên navçeya Dersîm Mazgêrd’ê, dest bi operasyonê kir. Artêşa TC di vê operasyonê de bombeyên xarik (mîsket) bi kar anî. Divê haya gel ji vê rewşê hebe û li herêmê bi baldarî tevbigere.

Lı Şemzînanê Çalakıya Bı Çekên Gıran

Di 7'ê Gulanê de saet di navbera 09:00-14:00 de, li hemberî artêşa TC a li derdora girê Genîş Tepe yê ser bi navçeya Colemêrg Şemzînan’ê bi cih bû, hêzên me bi çekên giran çalakiyek pêk anîn. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin. Her wiha saet di navbera 15:30-18:30 de helîkopterên bi tîpa Kobra li qada Kurê Mizgeftê xistin.

Kobrayan Lı Gırê Stuna Xıstın

Di 8'ê Gulanê (îro) de saet di navbera 08:00-08:30 de helîkopterên Kobra li Girê Stuna yê li navçeya Şirnex Colemêrg’ê xistin. Hêzên me yên gerîla bi çekên giran bersiv dan êrîşa Kobrayan û helîkopterên Kobra li ser vê bersivdayînê neçar man xwe vekişînin.

Di 7'ê Gulanê de saet di navbera 02:00-03:00 de balafirên şer ên artêşa TC, gundên Suredê, Beyvana, Enzê û Bêpalan ên li herêma Qendîl’ê, saet di navbera 02:00-02:30 de derdora gundê Yekmalê yê Garê, di heman demê de qada Kuro Jaro ya herêma Zap’ê û derdora gundê Sergelê yê navçeya Amediye’yê bombe kirin.

8 Gulan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG