Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 9'ê Gulanê, artêşa Tirk li qada Mûnzûrbaba ya ser bi navçeya Dersîm Qisle, li herêma Şehîd Delîl û derdora tabûra Qisleyê dest bi operasyonê kir. Hêzên me yên gerîla saet di 18:30 de li hemberî kozikên leşkerên vê operasyonê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de derbên xurt li 2 kozikan hat xistin û 2 leşker hatin kuştin, 1 jî birîndar bû. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi çekên giran gule li herêmê reşand.
Di 9'ê Gulanê li nêzî geliyê Ulukê û gundê Deraşora yên Erzînganê, di navbera hêzên me yên gerîla û leşkerên artêşa TC de ji bo demeke kurt şer derket. Piştî vî şerî hêzên me bi rengekî serketî gihîştin baregehên xwe.
Lı Mûşê Bı Gıştî 14 Leşker Hatın Kuştın
Di 4'ê Gulanê, yekîneyeke me ya gerîla li Geliyê Xinzoro yê Mûşê ket kemîna artêşa TC. Piştî şerê demdirêj ê li vê derê, artêşa TC bi helîkopterên Kobra li herêmê dan. Li vê derê 2 gerîlayên me şehîd bûn. 3 leşker jî hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Piştî vî şerî artêşa TC li herêmê dest bi operasyonê kir. Operasyon di roja 5'ê Gulanê de saet di 06:00 de bi dawî bû. Artêşa TC her wiha êrîşî gelê dixwest bê herêmê kir. Nasnameyên gerîlayên me yên şehîd wê piştre bên eşkerekirin.
Di roja 27'ê Nîsanê de saet di 16:00 de li ser rêya navbera Mûş-Gimgimê, hêzên me yên gerîla li hemberî maşîneke zirxî ya bi tîpa akrep a artêşa TC çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de 8 leşker hatin kuştin. Artêşa TC miriyên xwe bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakir.
6'ê Nîsanê saet di 02:30 de, li nêzî gundê Badab ê li navçeya Mûş Gimgimê, yekîneyeke me ya gerîla ket kemîna artêşa TC. Hevalên me Newroz û Dewran ên li vir bi birîndarî hatin girtin, ji aliyê artêşa TC ve hatin înfazkirin. Hevalê me Devrîm jî dîl hat girtin. Di navbera yekîneyeke me ya din û artêşa TC de careke din şer derket û 3 endamên Tevgera Taybet a Jendermeyan hatin kuştin. Di vî şerî de gerîlayên me yên bi navê Bedran û Demhat şehîd bûn. Operasyon piştî rojekê bi dawî bû.
Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd wê piştre bên eşkerekirin.
Lı Şemzînanê Çalakî
Di roja 8'ê Gulanê de saet di 23:15'an de hêzên me yên gerîla xwe berdan nava leşkerên artêşa TC ên li derdora girê Genîş ê li navçeya Colemêrg Şemzînan’ê bi cih bûbûn. Di encama derbên xurt de 2 kozik hatin îmhakirin û bi giştî 4 leşker hatin kuştin. Her wiha hêzên me ji baskekî din ve jî bi çekên giran li kozikan xistin.
Di 9'ê Gulanê de saet di navbera 00:00-03:00 de hêzên me yên gerîla li hemberî artêşa TC a li derdora girê Genîş bi cih bû, bi hawanan çalakî pêk anîn. Yek ji konên hedef hatin girtin, derbên xurt lê ketin, lê hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.
Lı Mehsert’ê Gelek Leşker Hatın Kuştın
Di roja 9'ê Gulanê de saet di 01:30 de li hemberî 40 leşkerên TC ên hatin gundê Bafava yê navçeya Mêrdîn Mehsert’ê û li malekê bi cih bûn, gerîlayên me bi çekên giran û nîv otomatîk çalakiyek pêk anîn. Piştî vê çalakiyê, cerdevanên li gund xwestin mudaxleyî hêzên me bikin û li vir ji bo demeke kurt şer derket. Di vî şerî de ji artêşa TC gelek kuştî û birîndar çêbûn, lê hejmar nehat zelalkirin.
Di roja 9'ê Gulanê de saet di navbera 14:30-15:00 de hêzên me yên gerîla bi çekên giran li dozereke li derdora Kuroşîno yê li ser xeta Qilaban a Şirnex’ê rê çêdikir, çalakî pêk anîn. Di encamê de ev kar hat rawestandin.
Lı Hemberî Qadên Gerîlayên Me Bomberdûmana Hewayî
Di roja 10'ê Gulanê (îro) de saet di navbera 08:30-09:30 de balafirên şer ên artêşa TC li girê Gostê yê Xakurkê û derdora wê xistin. Saet di navbera 09:00-09:45'an de jî li qada Kunişka ya herêma Çemço ya Zap’ê bombekirin.
10 Gulan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG