HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya gişti re!

Di çarçoveya Pêngava Şehîd Xemgîn Koçer û Şehîd Nûcan Malatya ya li Amedê hat destpêkirin de ji bo bîranîna Şehîd Azad Sîser, Çekdar Amed û 4 hevalan çalakiyek hat lidarxistin . Di vê çalakiya ku hêzên dagirker ên êrîşî Kurdistanê dikin hat hedefgirtin de, nûçeyên windahiyên sivîlan ên di medyayê de cih digirin hê ji aliyê me nehate zelalkirin.

Di 10’ê Gulanê de saet 16.30’an tîmek me ya gerîla li ser rêya Batikent a girêdayî navçeya Rezan a Amed’ê li hember serwîsa polîsan çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di çalakiyê de wesayît bêkêr bû, 9 polîs hatin kuştin, 15 polîs jî birîndar bûn. Ev çalakiya ji bo bîranîna Şehîd Azad Sîser, Çekdar Amed û 4 hevalên ku li Amed’ê şehîd bûne hat lidarxistin.

 Di 10’ê Gulanê de saet 11.30’an hêzên gerîlayên me li ser rêya Midyad-Hezexê li hember wesayîteke zirxî ya Kobra çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Ev çalakiya ji bo bîranîna ciwanên ku di berxwedana Nisêbînê de şehîd bûne hat lidarxistin.

Di 10’ê Gulanê de saet 09.00-10.30’an û 17.00-17.30’an li hember helîkopterên Skorsky ên ku hewldan bi piştgiriya helîkopterên Kobra li girê Genîş ê li qada Şemzînan a Colemêrg’ê leşkeran deyne, gerîlayên me bi çekên giran çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de helîkopterek Skorsky û yek Kobra hatin derbkirin. Her wiha, hêzên gerîlayên me li hember leşkerên li derdora girê Genîş kom bûn jî çekên giran bi kar anîn, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.

Di 10’ê Gulanê de saet 17.00-19.30’an Hêzên gerîlayên me li ser rêya Mûş-Kop’ê kontrolên nasnameyan kirin, têkîldarî pêvajoyê agahî dan.

Di 9’ê Gulanê de saet 16.00-16.30’an hêzên gerîlayên me wesayîtek dozer a li derdora girê Kuroşîno yê li sînorê navçeya Qileban a Şirnex’ê rê çêdikirin bi çekên giran hedef girtin, dozer hat rûxandin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên kuşti û birîndar nehat zelalkirin.

Di 11’ê Gulanê de saet 08.00-08.30’an helîkopterek Kobrayê li girê Stûna yê li xeta sînorê herêma Metîna a ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê da. Hêzên gerîlayên me bi çekên giran li vê helîkopterê dan û helîkoptera Kobra vekişiya.

Di 10’ê Gulanê de saet 11.00-12.00’an 2 helîkopterên Kobra li mintiqayên Nêkê û Girê Dîndar ên girêdayî qada Gabar a Şirnex’ê dan.

Di 10’ê Gulanê de saet 13.00-13.30’an, balafirên şer ên TC, mintiqayên Kurê Mizgeftê û Berekeskê yên girêdayî herêma Xakûrkê bombe kirin.

Di 10’ê Gulanêde  saet 10.00-18.00’an dema artêşa TC li derdora girê Leylek ê li sînorê navçeya Gever a Colemêrg’ê hewl dan xebatên rê bikin, hêzên gerîlayên me bi çekên giran çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên kuşti û birîndar nehat zelalkirin.

Di 10’ê Gulanê de di encama îxbarekê de gerîlayekî me yê li ser rêya Riha’yê diçû wezîfeyê bi hêza operasyona artêşa TC re rû bi rû hat û şer qewimi. Hevalê Herekol heta guleya xwe ya dawî bi lehengî li ber xwe day û gihişt şehadetê.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:

herekol cuneyt_small

 

 

 

Nasnav: Herekol Mazî
Nav û Paşnav: Cuneyt Aydar
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik û Bav: Meryem-Alî
Dîrok û Cihê Şehadetê: 10’ê Gulana 2016’an/Riha

 

 

11 Gulan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG