HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 13’ê Gulanê (îro) de saet 08.30-09.00’an hêzên gerîlayên me li hember wesayîteke ku ji qerqola Mamreş a li sînorê navçeya Şemzînan a Colemêrg’ê derdiket çalakî li dar xistin . Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin; piştî çalakiyê, qereqola Mamreş qadên derdora xwe da ber obus û hewanan.

Di 12’ê Gulanê de saet 16.30-17.00’an hêzên gerîlayên me li hember leşkerên TC ên li derdora girê Şehîd Zinar ê li qada Oremar a girêdayî navçeya Gevera Colemêrg’ê, bi çekên giran çalakî li dar xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.

Di 12’ê Gulanê de saet 16.30’an artêşa TC bi piştgiriya 2 helîkopterên Kobra ve hewl da bi helîkopterên Skorksy ve li girê Leylek ê li sînorê navçeya Gever a Colemêrg’ê leşkeran deyne. Hêzên gerîlayên me bi çekên giran li helîkopteran dan û helîkopter vekişiyan. Dîsa di heman saetan de dema helîkopterên Skorsky li qereqola Oremarê leşker datanîn, helîkopterên Kobra jî bi armanca pişgiriyê hatibûn. Ev ji aliyê hêzên gerîlayên me ve hatin girtin û helîkopterên Kobra ji qadê vekişiyan.

Di 12-13’ê Gulanê de qereqolên Oremar, Bêzokê û Mamreşê yên li sînorê navçeya Gever a Colemêrg’ê, xeta sînor a herêma Avaşîn’ê bi obus, hewan û tankan ve bi navber bombe kir.
Di 13’ê Gulanê de saet 05.30-06.30’an balafirên şer ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê,  qada Şehîd Mazlûm a girêdayî herêma Zap’ê bombe kirin.

Li qada Besta ya Şirnex’ê, ji 10’ê Gulanê ve tevgerek zêde ya pêgerên hewayî yên keşfê hene.

Ji serê meha Gulanê ve qada Besta ji aliyê qereqolên Çelê Nimêja û Gundikê Melê, ji Tumena Şirnex û Tabûra Çakirsûyê bi hewan û topan tê bombekirin.

Lı Hember Herêmên Parastınê Yên Medyaya Êrîşa Berfıreh A Hewayî

Di 13’ê Gulanê de artêşa TC yek ji operasyonên xwe ya herî berfireh li hember Herêmên me yên Parastina Medyayê li dar xistin. Encam û detayên bomberdûmanên nîvê şevê destpê kirin wê piştre bên ragihandin.

13 Gulan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG