HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di roja 13'ê Gulanê de saet di 04:30 de, li hemberî artêşa Tirk a mêtînger a li qada Aşûtê ya navçeya Colemêrg Çelê bi cih bûbû, hêzên me operasyoneke berfireh a şoreşgerî pêk anîn .

Li gorî agahiyên destpêkê yên ji vê herêma şerê dijwar lê diqewime hatin wergirtin, helîkoptereke bi tîpa Kobra ji aliyê hêzên me ev hat xistin. Her wiha gelek leşker hatin kuştin û beşek ji çekên leşkeran hatin rakirin.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Tirk ku dibêje 'helîkopter di encama qezayekê de ketiye xwarê' ne rast e. Agahiyên berfireh ên li ser vê operasyonê wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.

13 Gulan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG