Ji çapemenî û raya giştî re!
Artêşa Tirk a piştî derbên giran di roja 13'ê Gulanê de li Bakurê Kurdistanê xwar, bi balafirên şer bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê û gelek gundan barand.
Lı Oremar’ê 8 Leşker Hatin Kuştin
Di roja 13'ê Gulanê de saet di navbera 19:00-23:00 de li herêma Oremar a navçeya Colemêrg Gever’ê, artêşa TC hewl da xwe bigihîne girê Şehîd Gafûr. Di roja 14'ê Gulanê (îro) de saet di 06:00 de hêzên me yên gerîla bi çekên giran û ferdî li van leşkerên TC ên hewl dan xwe bigihînin herêmê dan. Di encama lêdana ji cihekî nêz de 8 leşker hatin kuştin. Cenazeyên 8 leşkeran li herêma di bin kontrola gerîlayên me de ne. Şer hînê dewam dike. Balafirên şer ên Tirk jî ji saet 09:00 û vir ve girê Şehîd Gafûr bombe dikin. Agahiyên nû li ser vî şerî bi dest bikeve, wê bi raya giştî re bê parvekirin.
Di roja 13'ê Gulanê, hêzên me yên YJA Starê li hemberî leşkerên li qereqola Zeytê çend çalakiyên sûîqestê pêk anîn û di encamê de 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, ji vê qereqolê bi obus, hawan û tankan herêma Mêrgê hat bombekirin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrê Rohat Hêjar hat lidarxisitn.
Çalakıya Lı Hemberî Qereqola Mamreş
Di 13'ê Gulanê de saet di navbera 08:30-09:00 de, qemyonek bi qasî 10 leşker tê de bûn, dema ji qereqola Mamreş a li navçeya Colemêrg Şemzînan’ê derket derve, gerîlayên me bi çekên giran û ferdî lê dan. Hejmara leşkerên di vê qemyonê de kuşti û birîndar bûn nehat zelalkirin. Qemyoneke din a ji qereqolê derket, leşkerên kuşti û birîndar ji qemyona lê hat xistin, rakir. Piştî çalakiyê artêşa TC obus û hawan avêt herêma Mêrgê.
Lı Dersîmê 2 Gerîlayên Me Şehîd Bûn
Di roja 5'ê Gulanê de saet di 16:30 de, dema yekîneyeke me ya gerîla li nêzî gundê Bûrmek ê Dersîm’ê diçû wezîfeya xwe, helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker li herêmê danîn û operasyonek hat destpêkirin. Di vê operasyonê de helîkoptera bi tîpa Kobra jî li herêmê xist. Di heman demê de, di navbera artêşa TC û hêzên me de şerekî dijwar qewimî. Di vî şerê heta nîvê şevê saet 01:00 qewimî de leşkerek hat kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. 2 gerîlayên me yên bi lehengî şer kirin, di vî şerî de gihîştin şehadetê. Kemînên artêşa Tirk ên li herêmê dewam kirin. Operasyon roja 6'ê Gulanê de saet di 15:30 de qediya.
Nasnameya Hevalên Me Yên Şehîd Wuha Ne:
Nasnav: Riza Yoldaş
Nav paşnav: Mûrat Tekgoz
Cihê ji dayikbûnê: -
Navên dayik û bav: -
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Gulana 2016 / Dersîm
Nasnav: Sînan Yoldaş
Nav paşnav: Haydar Argal
Cihê ji dayikbûnê: -
Navên dayik û bav: -
Dem û cihê ji şehadetê: 5'ê Gulana 2016 / Dersîm
Operasyon Bê Encam Ma
Di roja 12'ê Gulanê de saet di 06:00 de artêşa TC li derdora gundê Tilora yê ser bi navçeya Colemêrg Gever’ê operasyonek da destpêkirin. Operasyon heman rojê bi rengekî neserketî qediya.
Lı Farqînê Çalakıya Lı Hemberî Leşkerên Lı Ber Bendavê Bûn
Di sibeha 13'ê Gulanê de saet di 10:30 de gerîlayên me li hemberî yekîneyên dijmin ên ewlekariya bendava Farqîn’ê dikirin, çalakiyek lidar xistin. Hejmara kuştî û birîndarên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin. Artêşa Tirk bi çekên A-4 û hawanan gule li derdora bendavê reşand.
Artêşa Tırk A Derbê Gıran Dıxwe, Bombe Lı Herêmên Parastinen Medyayê Dan
Di 13'ê Gulanê de saet di 11:30 de, balafirên şer ên artêşa TC geliyê Sergelê yê herêma Zap’ê û saet di navbera 14:00-18:00 de gundên Bokrîskan û Enzê yên li herêma Qendîl’ê bombe kirin.
Di roja 13'ê Gulanê, balafirên şer saet di 12:30 de herêma Helîkopter tepes, saet di navbera 13:00-15:00 de herêma Kurê Mizgeftê, di 14'ê Gulanê de saet di navbera 02:00-03:00 de qada Berbizina bombe kirin.
Heman rojê saet di navbera 11:30-13:30 de balafirên şer bombe li qada Kanî Sarkê barandin.
Di 12'ê Gulanê de saet di navbera 06:00-08:00 û 13'ê Gulanê de saet di navbera 04:00-04:30 de jî balafirên şer xeta sînor a li herêma Metîna bombe kirin.
14 Gulan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG