HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

13’ê Gulanê danê sibehê hêzên gerîlayên me li hember artêşa Tirk a bejahiya Aşûtê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê operasyonek şoreşgerî ya berfireh li dar xistin .

Ev Çalakî di şexsê şehîdên me yên li Amedê Azad Sîser, Çekdar Amed û ji bo bîranîna gerîlayên me yên li herêma Xakurkê şehîd ketin hate lidarxistin. Di ve çalakiyê de 60 leşkerên li derdora girekî li derdora gundê Aşûtê kom bibûn ji aliyê gerîlayên me ve hatin hedefgirtin. Piştî şerê saetekê gir bi temamî  hate girtin, zêdetirî 48 leşkeran hatin kuştin. Gerîlayê me li vir çûn ser 15 cenazeyên leşkeran. Ji ber bombekirinan, gerîlayên me neçûn ser tevahî leşkeran û 1 kamerayek termal a mezin û 2 çekên melez hatine rakirin. Di vê çalakiyê de helîkopterek Kobra ya me dîmenê wê parve kir hat xistin, hewanek 120 û çekek A-4 bi temamî hatin îmhakirin. 2 pîlotên helîkoptera Kobrayê jî mirin.

Di çalakiyê de tevî tevgerek zêde ya pêgerên hewayî yên keşfê, 3 helîkopterên Kobra û 4 balafirên şer jî bomberdûmanek zêde kirin.

Di domahiya operasyona me ya şoreşgerî de di encama şerên giran ên bi dijmin re, 2 gerîlayên me yên bi lehengî şer kirin gihiştin şehadetê. Nasnameyên gerîlayên me yên şehîd wê piştre bên ragihandin.

Medyaya şerê taybet a di bin emrê Qesrê de hewl dide encamên vê çalakiya ji aliyê hêzên gerîlayên me pêk hatiye berevajî bikin, bi derew û hileyan hewl didin encamên rast ên çalakiyê veşêrin. Daxuyanî û dîmenên me weşandin  encamên rast ên şer in.

14 Gulan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG