HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di roja 18'ê Gulanê de saet di 10:30 de, li hemberî leşkerên artêşa Tirk ên li herêma Derava Orê ya Colemêrg’ê bi cih bûn, gerîlayên me çalakiyeke sûîqestê pêk anîn . Di encama vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

Di roja 18'ê Gulanê saet di 13:30 de, yekîneyek leşkerî ya ji Qereqola Bêzelê ya Şemzînan’ê diçû Qereqola Bêdewê, bû hedefa hêzên me yên gerîla. Di çalakiya sabotajê ya li hemberî maşîneke zirxî ya bi tîpa Kîrpî de, ku 13 leşker tê de bûn, 5 leşker hatin kuştin, 8 leşker jî birîndar bûn. Hejmara kuştiyê dijmin ên di vê çalakiyê de zêdetir in.

Ev çalakî ji bo bîranîna şehîdên geverê hatiye lidarxistin.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk ji saet 17:00 heta danê sibehê saet 05:00, bi balafirên keşfê yên bêmirov li herêmê keşf kir û car carna balafirên şer jî li ser herêmê geriyan. Operasyona li herêmê jî dewam dike.

Di roja 17'ê Gulanê de saet di 16:30 de, li hemberî maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra ya li ser rêya Mêrdîn-Mehsertê, gerîlayên me çalakiyek sabotajê pêk anîn. Di vê maşîna derb xwar de 6 leşker birîndar bûn.

Artêşa Tırk Lı Mûşê Derket Operasyonê

Di roja 15'ê Gulan de artêşa TC li bejahiya gundên Arî, Neynik û Alages ên Mûşê dest bi operasyonê kir. Di dema vê operasyonê de artêşa TC bi yekîneyên veşartî tevgeriya û operasyon di roja 17'ê Gulanê de saet di 10:00 de bi rengekî têkçûyî, qediya.

Di roja 18'ê Gulanê, erdên li derdora gundên Qelencîk, Qeremeşe, Hebîba û Geliyê Baska yên navçeya Mûş Gimgimê, di danê sibehê de ji aliyê helîkopterêk Kobra ve hatin bombekirin. Artêşa Tirk her wiha bi helîkopterên Skrosky jî leşker danî vê qada operasyonê. Wekî din, li derdora gundê Înal ê ser bi Gmigimê, yekîneyên veşartî kemînan datînin. Ev operasyon û kemîn, di êvara heman rojê de qediyan.

Di êvara 18'ê Gulanê de, hêzên me yên gerîla li hemberî yekîneyeke leşkerî a li derdora Girê Şehîd Bawer ê li navbear gundên Kûrtika û Serxak ên navçeya Bedlîs Tetwanê bi cih bûbûn, çalakiyek pêk anîn. Hêzên me yên xwe berdan nava yekîneya leşkeran, derbên xurt li 4 leşkerên li dora kon li hev civiya bûn, dan û ew kuştin. Piştî çalakiyê, helîkoptera bi tîpa Kobra bi qasî 2 saetan gule li qadê reşand. Di sibeha 19'ê Gulanê de artêşa TC li vê herêmê dest bi operasyonê kir. Ev operasyon hînê dewam dike. Ev çalakî ji bo hevalên me yên di dema dawî de şehîd ketine, hat lidarxistin.

Di roja 19'ê Gulanê de saet di navbera 07:00-10:00 de hêzên me yên gerîla bi çekên giran û ferdî li maşînên li derdora girê Şehîd Kendal rê çêdikirin, xistin. Piştî vê çalakiyê ev karê çêkirina ra hat sekinandin. Li dû çalakiyê artêşa TC obus û bombe avêt Deriyê Dawetiya û Girê nêriya.

Di 18’ê Gulanê de saet 14.00-15.00’an balafirên şer, Girê Gostê û Ranya Pirê yên girêdayî herêma Xakûrkê ya herêmên me yên Parastina Medyayê, saet 16.20-16.30’an derdora gundên Xelîfan, Aleka, Jeresat û Korasere, her wiha herêma Lelîkan bombe kiriye. Dîsa saet 19.00-19.30’an balafiên şer herêma Kurê Mizgeftê bombe kir.

Di 18’ê Gulanê de saet 19.00-20.00’an, balafirên şer Tepê Sor ê girêdayî herêma Avaşîn’ê, di 19’ê Gulanê de saet 11.00-12.00’an qûntarê girê Mamreşo bombe kirin.

 Di roja 14'ê Gulanê de saet di 19:30 de komek ji gerîlayên me dema li herêma navbera navçeya Qers Qamuşan û Karakûrtê bi erka xwe radibû, li yekîneyên artêşa TC rast hat û li vir şer derket. Di vî şerê giran de 2 gerîlayên me bi lehengî li ber xwe dan, heta fîşeka dawî şer kirin û şehîd ketin.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne:

bawer mahmut_small

 

 

Nasnav: Bawer Agirî
Nav paşnav: Mahmût Çakan
Cihê ji dayikbûnê: Agirî
Navên dayik û bav: Azîze-Tahîr
Dem û cihê şehadetê. 14'ê Gulana 2016 / Qers

 

 

 

serzan bulent_small

 

 

Nasnav: Şerzan Egîd
Nav paşnav: Bulent Çetîn
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Navên dayik û bav: Zeytîn-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê. 14'ê Gulana 2016 / Qers

 

 

 

Di roja 17'ê Gulanê de saet di 16:20 de, li hemberî qereqola Hegasor a li navçeya Amed Hênê bi çekên ferdî çalakiyek hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de kûleyek qereqolê hat rûxandin û 2 leşkerên tê de hatin kuştin. 

Di êvara 18'ê Gulanê de, şantiyeyek li meydana Kurt a li Mûşê bi dewletê re di karê rêya trenê de dixebitî, gelek caran ji aliyê me ve hat hişyarkirin, lê ev hişyarî li ber çavan negirt. Li ser vê yekê hêzên me yên gerîla 7 maşînên şantiyeyê îmha kirin.

19 Gulan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG