Ji çapemenî û raya giştî re!
Di daxuyaniya me ya duh de hatibû ragihandin, ku di 14'ê Gulanê de, hevalên me Ronî Zagros û Şahan ên bi fedaî bi ser êrîşên dijmin de çûne, şehîd bune . Hevalê me yê bi navê Şahan Westan şehîd nebuye. Hevalê me Gelî Şahan di vê çalakiyê de gihîştiye şehadetê.
Ji ber şert û mercên dijwar ên şer, şaşîtiyeke bi vî rengî rû daye. Ji ber vê tevlîheviyê em lêborîna xwe ji malbata Coşkûn û gelê xwe dixwazin. Ji malbata hevrêyê xwe Gelî Şahan (Soner Oktay) ê gihîşt şehadetê re sersaxiyê dixwazin.
Nasnameya hevalême yê şehîd wihayê:
Nasnav: Gelî Şahan
Nav paşnav: Soner Oktay
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Navên dayik û bav: Nazîfe-Gurgîn
Dem û cihê şehadetê: 14-15'ê Gulana 2016 / Oremar
18 Gulan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG