Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 20’ê Gulanê de saet 15:00-17:00’an li ser rêya di navbera navçeya Pasûr a Amedê û Mûşê de, gerîllayên me çalakiya rêgirtinê li dar xistin. Di vê çalakiyê de hem nasname hatin kontrolkirin hem jî têkildarî pêvajoyê gel hat agahdardarkirin .
Di 20’ê Gulanê de saet 19:20’an de yekîneyên me li hember santraleke elektrîkê ya li bajarokê Servî yê girêdayî navçeya Dara Hênê ya Çewlik’ê çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de santrala elektrîkê bi tamamî bêkêr bû. Di heman demê de qereqola Ûçar a li herêmê jî qadên derdora xwe bi çekên giran ketober da ber guleyan.
Lı Hember Polîsê Sıvîl Çalakî
Di 20’ê Gulanê de saet derdora 10:00’an yekîneyek gerîlayên me li Taxa Gulbahçe a navçeya Seyhan a Edene’yê li hemberî polîsekî çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de polîsê sivîl hat kuştin.
Lı Hember Wesayîta Zırxî Ya Kîrpî Çalakıya Sabotajê
Di 19’ê Gulanê de saet 17.00’an hêzên gerîlayên me li ser rêya Şirnex-Qileban’ê navbera qereqola Gundikê Melê û tabûrê de li hember wesayîta zirxî ya Kîrpî çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di çalakiyê de wesayît bêkêr bû; hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehat zelalkirin. Kuştî û birîndarên xwe birin tabûra leşkerî jî bi ambûlansan rakirin. Piştî çalakiyê, artêşa TC li qadê dest bi operasyonê kir û operasyon di saetên êvarî bê encam vekişiya.
Di 20’ê Gulanê de saet 10.45’an hêzên gerîlayên me; kontrayekî bi navê Kazim Kavak ê sala 1993’yan hevalekî me şehîd xistibû ceza kirin. Tabancaya li ser kontra jî rakirin. Piştî çalakiyê, artêşa TC bi wesayîtek Akrep hat destwerdanê, hêzên me li hember vê wesayîta Akrep çalakiyek sabotajê li dar xistin. Ev wesayît bi temamî hat rûxandin; 8 leşkerên tê de jî hatin kuştin. Ev çalakî ji bo berxwedana li Nisêbîn’ê û biranîna lehengên lê şehîd ketine hat lidarxistin.
Ji 18’ê Gulanê û şûn de li hember gundên HÎlalê (şêxan), Mijîn, Şîrîş ên girêdayî navçeya Qileban ê Şirnex’ê, cerdevanên gundên Şêxanî, Repînî û Sêgirkê bi yekîneyên artêşa TC ên veşartî re xebatên hevpar ên kontra dimeşînin.
Di 20’ê Gulanê de saet 09.30’an artêşa TC qadên derdora qereqola Bêzeno ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrg’ê bi obus û hewanan bombe kirin; artêşa TC a li herêmê beriya wê dest bi operasyonê kiribûn jî operasyon berfireh kirin. Piştî leşkeran ber bi qûntarên Bezeno û Mehendê ketin tevgerê, hêzên gerîlayên me bi çekên giran li wan dan. Li ser vê jî leşkerên artêşa TC vekişiyan.
Têkîldarî şerên 15’ê Gulanê yên li qada Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrg’ê, agahiyên nû gihiştin destên me. Di vê çarçoveyê de; 15’ê Gulanê hêzên gerîlayên me bi awayekî bi bandor li hêzên dijmin ên li derdora girê Şehîd Gafûr bi cih bûne xistin. Di vê çalakiyê de 10 leşkerên dijmin hatin kuştin, 3 hevalên me ji şehîd bûn .
Sicîlên hevalên me yên li Oremarê şehîd bûnê wiha ne:
Nasnav: Xemgîn Roj
Nav û Paşnav: Aydin Adiyaman
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik- Bav: Sureyya – Nezîr
Cih û Dîroka Şehadetê: Oremer 15’ê Gulana 2016
Nasnav: Ozgur Reşo
Nav û Paşnav: Ozgur Sûbaşi
Cihê Jidayikbûnê: Qers
Navê Dayik- Bav: Zarîfe – Ridvan
Cih û Dîroka Şehadetê: Oremer 15’ê Gulana 2016
Nasnav: Ciwan Jiyan Çelenk
Nav û Paşnav: Ferdî Yilmaz
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik- Bav: Fatma – Îsmaîl
Cih û Dîroka Şehadetê: Oremer 15’ê Gulana 2016
Di 14’ê Gulanê piştî çalakiya li navenda Şirnex’ê bi 2 hevalên me re têkîliyên me qut bibûn. 2 hevalên me yên ku têkîliyên me qut bibûn gihiştine şehadetê.
Nasnameya hevriyên me yê ku li Şirnex’ê şehîd bûne wiha ye:
Nasnav: Andok Wan
Nav û Paşnav: Vefa Alma
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik- Bav: Zahîde – Şevket
Cih û Dîroka Şehadetê: Şirnex 14’ê Gulana 2016
Nasnav: Zinar Zagros
Nav û Paşnav: Mûrat Matyar
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik- Bav: Sûhûbet - Mehmet Sabrî
Cih û Dîroka Şehadetê: Şirnex 14’ê Gulana 2016
21 Gulan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG