HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di roja 20'ê Gulanê de saet di 17:30 de li hemberî şantiyeyeke di navbera qereqolên Çambûlak û Akkurek ên li navçeya Dersîm Pilemûr’iyê rê çêdikir, hêzên me yên gerîla çalakiyek pêk anîn . Di encama çalakiyê de 3 kepçe, tankere mazotê û TIR'ek ji barê qalibê qulêr, qemyoneke tijî xîz, 2 trafoyên elekttrîkê û konekî kelûmelan ên li şantiyeyê ji aliyê hêzên me ve hatin şewitandin.

Di 20'ê Gulanê de saet di 21:00 de hêzên me yên gerîla li hemberî Tîm Tepesî yê li navçeya Amed Pîran’ê û xaniyekî li navenda navçeyê yê polîs lê bûn, çalakiyek lidar xistin. Hejmara kuştî  û birîndarên dijmin ên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin.

Di roja 22'ê Gulanê de saet di 01:30 de, li hemberî qereqola Qenexder a Bedlîs’ê, hêzên me yên gerîla çalakiyeke sûîqestê lidar xistin û di encamê de leşkerek hat kuştin. Piştî çalakiyê, ji qereqolê bi çekên giran gule li derdorê hat reşandin.

Di 21'ê Gulanê de saet di navbera 15:00-15:30 de hêzên me yên gerîla hawan avêtin leşkerên artêşa TC ên li derdora herêma Genîş Tepe ya Şemzînan’ê bi cih bûbûn. Di encama çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. Piştî vê çalakiyê artêşa TC bi çekên giran gule li derdorê reşand.

Di 21'ê Gulanê de saet di navbera 21:00-22:00 de helîkopterên bi tîpa Kobra, li girên Mêrga û Şehîd Hozan ên li herêma Çarçela ya Zagros’ê dan.

Artêşa TC di roja 18'ê Gulanê li herêmên Bêzeno û Bêdewê yên Şemzînan’ê dest bi operasyonê kirin. Operasyon êvara 21'ê Gulanê qediya.

Di roja 21'ê Gulanê de saet di navbera 11:00-15:00 de balafirên şer ên artêşa TC derdora gundê Dolê yê herêma Metîna, saet di navbera 11:00-13:30 de jî herêma Derarê bombe kirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, artêşa TC li herêma Hamamlar a ser bi Çewlikê, bi tevlîbûna cerdevanan dest bi operasyonê kiriye.

22 Gulan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG