HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 4’ê Hezîranê de saet 04.00’an artêşa TC li qada nabeyna gundên Helankê û Meleyan ên girêdayî herêma Şemzînan a Colemêrg’ê dest bi operasyonekê kiribû n.

Beriya operasyon destpê bike, di 3’yê Hezîranê de saet 10.00-19.00’an balafirên şer derdora gundê Melevan bi awayekî zêde bombe kirin. Di heman demê de qereqolên Durê û Radyolîk jî qada gundê Meleyan bombe kirin.

Di 4’ê Hezîranê operasyona bi tevlîbûna cerdevanên gundên Katûna, Durê, Soranser û Kampdayê pêk hatin, saet 04.00’an 2 baskan xwe li qûntarê Meleyan, 2 baskên din jî xwe li Tepê Sor a di navbera gundên Meleyan û Soranser de bi cih kirin û operasyon berfireh kirin. Heman rojê de saet 11.00’an komek leşker jî dema ji Tepê Sor daketin gundê Meleyan bûn hedefa hêzên gerîlayên me û çalakiyên sûîqestê hatin lidarxistin. Lê, hejmara kuştî  û birîndaran nehat zelalkirin.

PIştî nîvro saet 15.00’an hêzên gerîlayên me bi çekên navîn û ferdî ve yekîneyek leşkeran kirin hedef û 6 leşker hatin kuştin. Li vir 2 gerîlayên me bi berxwedanek fedaî şehîd bûn.

Dîsa, di 4’ê Hezîranê de dema komek leşker diçûn gundê Meleyan, hêzên me çalakiya sabotajê li dar xistin û 3 leşker hatin kuştin. Piştre saet 16.00-17.00’an hêzên me li hember leşkerên ku li qûntarê Meleyan xwe bi cih kiribûn çalakî li dar xistin. Di çalakiya bi çekên navîn û ferdî de 4 leşker hatin kuştin. Artêşa TC, saet 18.00’an bi helîkopterek Skorsky û 2 wesayîtên sivîl ve kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirin.

Di 5’ê Hezîranê de saet 16.30’an li dijî leşkerên ku ji Tepê Sor vekişiyan ji du baskan çalakiyên bi bandor hatin lidarxistin. Di çalakiyên baskê yekem 4 leşker, di yên baskê duyem de jî 8 leşker hatin kuştin. Her wiha, hema rojê de saet 17.00’an komek leşker û hêzên gerîlayên me hevrû hatin, şer derket û li vir leşkerek hat kuştin.

Operasyona artêşa TC bêyî encam vekişiya, hêzên gerîlayên me jî ew bi çalakiyên xwe yên bi bandor ve şkestiye. Di van çalakiya de bi giştî 26 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Her wiha, di vê operasyonê de bi komek hevalên me re jî têkîliya me qut bûye.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wiha ne:

bahtiyar recep_small

 

 

Nasnav: Bahtiyar Amed
Nav û Paşnav: Recep Kaplan
Cihê Jidayikbûnê: Edene
Navê Dayik û Bav: Feride - Hikmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 4’ê Hezîrana 2016’an /Colemêrg

 

 

 

tolhildan mikail_small

 

 

 

Nasnav: Tolhildan Şemzinan
Nav û Paşnav: Mikail Oguz
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik û Bav: Îran - Hurşit
Dîrok û Cihê Şehadetê: 4’ê Hezîrana 2016’an /Colemêrg

 

 

Jı Alîyê Gerîlayên Me YJA Star’ê Ve Çalakıya Sûîqestê

 Di 6’ê Hezîranê de saet 16.00’an gerîlayên me yên YJA Star’ê li dijî leşkerên li derdora girê Şehîdan ê li xeta sînorê navçeya Qileban a Şirnex’ê çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerekî payebilind kuştin. Piştî çalakiyê jî hêzên me bi çekên giran li leşkerên ku li derdora leşkerên kuştî kom bûne dan. Lê hejmara leşkerên kuşti û birîndar ê vê çalakiyê nehat zanîn. Ev çalakî ji bo bîranîna hevala me Viyan Bahoz hate lidarxistin.

Balafırên Şer Lı Herêmên Garê Û Xınêrê Dan

Di 6’ê Hezîranê de saet 08.40-09.30’an balafirên şer ên artêşa TC ji herêmên Parastinê yên Medyayê, qada di navbera gundên Gisê û Bermavê yên girêdayî herêma Garê, gundê Şêlalê û qada Geliyê Şê bombe kirin.

Di 6’ê Hezîranê de saet 23.00-00.00’an balafirên şer li herêma Xinerê qadên Kelaşîn û Berbizina bombe kirin.

7 Hezîran 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG