Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 1’ê Hezîranê hêzên gerîlayên me li dijî leşkerên artêşa TC ên li Girê Dokûz ê girêdayî navçeya Xîzan a Bedlîs’ê çalakiya sûîqestê li dar xistin .
Di 1’ê Hezîranê de saet 20.30’an artêşa TC bi yekîneyên xwe yên veşartî ve li qada Şehîd Mîzgîn a Bedlîs’ê dest bi operasyonekê kiriye.
Di 1’ê Hezîranê de saet 16.30’an hêzên gerîlayên me li hember yekîneyek veşartî ya artêşa TC ku xwe li nêzî gundên Lolan, Kaner û Korû yên girêdayî navçeya Xozat a Dersîm’ê bi cih kiribûn, çalakî li dar xistin. Ji leşkerên ku bûn hedefên çekên ferdî û navîn, 2 hatin kuştin. Piştî çalakiyê, leşkeran kuştîyên xwe bi helîkopterên Skorsky rakirin, danê êvarî jî ji qadê vekişiyan.
Çewlîk
Di 2’yê Hezîranê de saet 08.00’an artêşa TC li mintiqa Barav a girêdayî qada Şevdîn a Çewlik’ê dest bi operasyonekê kiriye. Di operasyonê de helîkoptera Kobra li qadê da, helîkopterên Skorsky jî leşker danîn. Operasyon hê jî didome.
Sêrt
Di 31’ê Gulanê de saet 18.30’an hêzên gerîlayên me li qada Garisa ya Sêrt’ê li derdora gundê Ebûbekîrê li dijî helîkopterek Skorsky bi çekên ferdî çalakî li dar xistin û helîkopter derb kirin. Helîkoptera derbxwarî daket qereqola Şûxa.
Şirnex
Di 1’ê Hezîranê di navbera gundên Hêdilê û Serêgir ên girêdayî navçeya Hezex a Şirnex’ê yekîneyek me û leşker hevrû hatin, şer qewîmi. Li vir serkomîserek û çawîşekî pispor hatin kuştin, hevalên me Nûrhak û Hasan bi şerekî lehengî şehîd bûn.
Nasnameyên gerîlayên me wiha ne:
Nasnav: Nûrhak Diyar
Nav û Paşnav: Kamîl Malgaz
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik-Bav: Fadîle - Huseyin
Dîrok û Cihê Şehadetê: 1’ê Hezîrana 2016’an /Şirnex
Nasnav: Hasan
Nav û Paşnav: Fûat Kasbaş
Cihê Jidayikbûnê: -
Navê Dayik-Bav: -
Dîrok û Cihê Şehadetê: 1’ê Hezîrana 2016’an /Şirnex
Di 1’ê Hezîranê de saet 11.00’an hêzên gerîlayên me li hember artêşa TC ya li derdora qada Şehîd Kendal a li xeta sînorê navçeya Qileban a Şirnex’ê bi hewan û çekên sûîqestê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de qasî ku tê zanîn leşkerek hat kuştin. Piştî çalakiyê, qereqolên Sînek, Maymûn û Vacîp, mintiqa Deriyê Dawetiya û Girê Nêriya bi obusan bombe kirin.
Colemêrg
Di 1’ê Hezîranê de saet 14.30’an hêzên gerîlayên me bi çekên giran li kepçeyên artêşa TC ên ku li derdora girê Genîş ê li bejahiya navçeya Şemzînan a Colemêrg’ê rê çêdikirin dan.
Di 30’ê Gulanê de saet 16.00’an hêzên gerîlayên me bi çekên giran li leşkerên ku li derdora girê Genîş malzeme bar dikirin dan. Hejmara leşkerên kuşti û birîndar nehatin zelalkirin.
Balafıran Lı Heremên Metîna Û Heftanîn’ê Dan
Di 2’yê Hezîranê de saet 03.00-04.30’an balafirên şer ên artêşa TC li mintiqa girê Zendûra û Tepê Ortê yên girêdayî herêma Metîna ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê dan.
Di 1’ê Hezîranê de saet 16.30’an balafirên şer ên artêşa TC mintiqa Dola Şehîd Ayhan û Dola Şivameze yên girêdayî herêma Heftanîn’ê bombe kirin.
Lı Dıjî Besta Êrîşa Bı Hewanan
Di 1’ê Hezîranê de saet 10.00-22.00’an qereqola Çelê Nimêja ya girêdayî Şirnex’ê, qada Besta Meryemê ya girêdayî Besta’yê bi hewanan bombe kir. Di encama bombekirinê de agirê ku bi eraziyê girt, dewam dike.
2 Hezîran 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG