Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 8'ê Hezîranê de saet di 11:00 de, li hemberî Midûriyeta Emniyetê ya hêzên dewleta faşîst a li navçeya Mêrdîn Midyadê, ji bo bîranîna şehîdên Nisêbînê û hevrê Fermandar Kawa û Xeyrî, hevalê me Dîrok Amed çalakiyeke xurt a fedaî pêk anî .
Li avahiya emniyetê 150 polîs hebûn. Li vê avahiya ji 6 qatan, hemû planên qirêj, êrîş, îşkence û zextên li hemberî gelê me û nirxên me yên têkoşîna azadiyê dihatin amadekirin û bicihanîn.
Di encama çalakiyê de nîzamiya li pêşiya avahiya Midûriyet Emniyetê, 2 wesayîtên zirxî û 10 wesayîtên sivîl ên polîsan bi temamî îmha bûn. Aliyê pêş ê avahiya Midûriyeta Emniyetê jî rûxiya. Xisareke mezin li lojmanên leşkerî yên li derdorê bû.
Di encama vê çalakiya fedayî ya hevrê Dîrok Amed de, bi zelalî 30 hêzên dijmin hatin kuştin, bi dehan jî birîndar bûn.
Dewleta Tirk û medya şerê taybet, encamên vê çalakiya berfireh vedişêrin. Ji ber ku nikare bandora vê çalakiyê veşêre, hewl dide encamên wê yên rastî binixumîne û ji bo encamên çalakiya leşkerî berevajî bikin, mirina sivîlan derdixînin pêş. Di vê çalakiya fedayî de bi ti awayî sivîl hedef nehatin girtin. Midûriyeta Emniyete hedef hate girtin û çalakî bi vî rengî pêk hatiye.
Li ser hevalê me yê şehîd;
Hevalê Dîrok, ku di dilê wî de hezkirineke kûr a ji Rêber Apo, gelê Kurdistanê û welatê xwe hebû, ev hezkirina xwe veguherand hişmendiyeke mezin û xist meriyetê. Ev yek bi tevlîbûna li nava refên gerîla û hesabpirsîna ji dijmin, pêk anî. Hevalê Dîrok di sala 2011'an de li Bakurê Kurdistanê dest bi têkoşînê kir, zû pê hesiya ku şer mirovan mezin dike û di bîrdozî û têkoşîna rêxistinî de xwe xurt kir.
Di demên herî zor û zehmet de bi coşeke mezin meşiya û bi fedekarî hemû zehmetî ji holê rakir. Hevalê Dîrok ê rûken û xwedî sekneke bi coş, bi vê çalakiya xwe ya fedayî cihê xwe di nava şehîdên têkoşîna azadiyê de girt.
Agahiyên li ser nasnameya hevalê me yê şehîd:
Nasnav: Dîrok Amed
Nav paşnav: Îshak Katar
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Navên dayik û bav: Sabîha-Abdûrrahman
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Hezîrana 2016 / Mêrdîn
Di roja 8'ê Hezîranê de saet di 11:00 de hêzên me yên gerîla li hemberî leşkerên li dora girê Şehîd Kendal ê li navçeya Şirnex Qilaban’ê li hev civiya bûn, çalakiyeke sûîqestê pêk anîn û di encamê de leşkerek hat kuştin.
Di 8'ê Hezîranê de saet di 15:00 de hêzên me li dijî qereqola Sînekê ya li navçeya Şirnex Qilaban’ê çalakiyeke sûîqestê lidar xistin û li vir leşkerek hat kuştin, yek jî birîndar bû. Piştî vê çalakiyê qereqola Sînekê obus û hawan avêt derdora xwe.
Di 8'ê Hezîranê saet di 17:30 de, li dora girê Şehîdan ê li navçeya Qilaban’ê li hemberî kepçeyeke dixebitî bi çekên giran çalakiyek hat kirin. Di encama çalakiyê de leşkerek hat kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Hêzên me di heman demê de li leşkerên li dora girê Şehîd Lezgîn bi cih bûbûn, xistin. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran a li vir nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê qereqolên Elemûn û Arûşê bi tank, hawan û obusan girên Şehîd Azad û Şehîd Dilber bomberdûman kirin.
Çewlık
Li hemberî qereqola Haftarîç a li navçeya Çewlik Xolxolê, hêzên me yên gerîla di roja 8'ê Hezîranê de saet di 17:00 de çalakiyeke sûîqestê pêk anîn û di encamê de leşkerek hat kuştin, yek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê qereqola Haftarîçê bi çekên giran gule li derdora xwe reşand.
Bedlîs
Di 7'ê Hezîranê de saet di 19:00 de artêşa TC li qada Nanîvan a ser bi navçeya Bedlîs Xîzan’ê dest bi operasyonê kir. Operasyon êvara 8'ê Hezîranê de qediya. Li herêmê yekîneyên veşartî yên dijmin hene.
Agırî
Di 8'ê Hezîranê, artêşa TC li derdora gundê Elê yê li herêma Gilîdax a Agiri’yê dest bi operasyonê kir.
Amed
Artêşa TC ev 3 roj in li Amed’ê êrîşên hewayî pêk tîne. Artêşa TC ji van êrîşên hewayî ti encam bi dest nexistiye.
Colemêrg
Di roja 30'ê Gulanê, artêşa TC li qada Bezeno ya navçeya Colemêrg Şemzînan’ê operasyon dabû destpêkirin. Di şerê ji ber vê operasyonê de têkiliya me bi hevaleke me re qut bûbû. Hevala ku têkiliya me pê re qut bû, şehîd bûye.
Nasnameya hevala me ya şehîd bi vî rengî ye:
Nasnav: Silav Rover
Nav paşnav: Gulsum Akinci
Cihê ji dayikbûnê: Mêrdîn
Navên dayik û bav: Şîrîn-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Gulana 2016 / Colemêrg
Heftanîn
Di roja 8'ê Hezîranê de saet di navbera 22:00-22:30 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li derdora gundê Şîlanê, Geliyê Şabanikê yên Heftanînê barandin.
9 Hezîran 2016
Naveda Çapemenî û Ragihandina HPG