Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 10’ê Hezîranê Gerîlayên me li dijî alaya Garê û 2 giran ên li navçeya Şemzînan a Colemêrg’ê û leşkerên li mintiqa Genîş Tepe çalakiyek berfireh li dar xistin.
Her wiha li hember girekî jî ji du baskan bi çekên giran û bombeyan êrîş hatiye lidarxistin, hêzên me ketine gir û li vir 6 çeper îmha kirin. Di çeperên îmhakirî de gerîlayên me bi ser cenazeyên 9 leşkeran de çûn. Dîsa di encama lêdanan yekîneyên me yên cuda de 10 leşker hatin kuştin; komek leşker jî ber bi alaya Garê ve reviyan. Artêşa TC, girê ku leşkerên wan jî li ser bû da ber çekên giran. Ji ber vê jî hêzên me neçûn ser tevahî cenazeyan. Di encama şerên giran ên li girê ku me kiribû hedef de 2 hevalên me bi şerekî lehengî gihiştin şehadetê.
Hêzên gerîlayên me li vir 3 çekên Melez, 3 çekên bombeavêj, 1 Termal, 1 Dûrbîna Êvarî, 2 Dedektor, 2 bêtêl û hin alavên leşkerî desteser kirin. Dîsa, hêzên gerîlayên me alaya Garê û 2 gir jî dan ber çekên giran. Di çalakiya li dijî alaya Garê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.
Dema çalakiyê û piştî çalakiyê jî artêşa TC qada çalakiyê da ber obus, hewan û bombeyên mîsketê.”
Nasnameya gerîlayên me wiha ne:
Nasnav: Dilşêr Cûdî
Nav û Paşnav: Abdûlhalûk Şedal
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik û Bav: Husna - Abdûlvahap
Dîrok û Cihê Şehadetê: 10’ê Hezîrana 2016’an /Colemêrg
Nasnav: Demhat Van
Nav û Paşnav: Mahmût Baggezen
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik û Bav: Fatma - Şemsettîn
Dîrok û Cihê Şehadetê: 10’ê Hezîrana 2016’an /Colemêrg
Di çalakiya li dijî leşkerên ku li Tepê Harûna ya Şemzînan’ê derketine operasyonê de 2 leşker û 2 cerdevan hatin kuştin. Hêzên gerîlayên me yên li girê Xezalkê yê girêdayî qada Sumbul a girêdayî Zagrosê leşkerên Tirk ferq kirine, ji mesafeyek nêz çalakî li dar xistin.
Di 9’ê Hezîranê hêzên gerîlayên me yekîneyek dijmin a li girê Xezalkê ya girêdayî qada Sumbul a girêdayî herêma Zagrosê ferq kirine, ji mesafeyek nêz ve bi çekên navîn û ferdî çalakî li dar xistine. Di vê çalakiyê de 6 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê, qereqolên li sînor qada çalakiyê dan ber obus û hewanan.
Lı Derdora Qada Şehîd Kendal Lı Dıjî Leşkeran Çalakıya Sûîqestê
Di 10’ê Hezîranê de saet 13.30’an hêzên gerîlayên me li dijî leşkerên ku li derdora qada Şehîd Kendal a li sînorê navçeya Qileban a Şirnex’ê xwe bi cih kirine çalakiyên sûîqestê li dar xistin. Di van çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, artêşa TC girê Şehîd Rênas, qadên Deriyê Dawetiya û Girê Berana bi obus û hewanan bombe kir.
Jı Gerîlayên Me Yja Starê Lı Dıjî Leşkerên Lı Qada Şehîd Kendalê Çalakî
Dİ 10’ê Hezîranê de saet 13.00’an gerîlayên me yên YJA Starê, li dijî leşkerên li derdora qada Şehîd Kendal a li sînorê navçeya Qileban a Şirnex’ê çalakiyek bi çekên giran (hewan) li dar xistin. Di vê çalakiyê de gelek roketên hewanê li cihê ku leşkeran xwe bi cih kiribûn ketin. Lê, hejmara leşkerên kuşti û birîndar nehat zelalkirin.
Di 10’ê Hezîranê de saet 06.00’an hêzên gerîlayên me bi çekên giran li qereqola Sînek Tepesî ya li sînorê navçeya Qileban a Şirnex’ê dan. Gelek roketên hewanê li avahiya qereqolê ketin. Li vir kuştiyên artêşa TC çêbûn, lê hejmara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin.
Di 10’ê Hezîranê de saet 07.00’an hêzên gerîlayên me leşkerên ku li derdora girê Şehîd Lezgîn ê li sînorê navçeya Qileban a Şirnex’ê çeper çêdikirin dan ber çekên ferdî. Li vir leşkerek hat kuştin.
Lı Dıjî Leşkerên Derketına Operasyonê Çalakî: 5 Leşker Hatın Kuştın
Di 10’ê Hezîranê li qada Garisa ya Sêrt’ê, artêşa TC li qûntarên Erûha kevn û Ebûbekîrê dest bi operasyonekê kiriye. Yekîneya me ya gerîla ku dema tevgera zêde ya leşkeran ferq kirin, li leşkerên ku ji du baskan ve dihatin dan. Di lêdanên baskê yekem de bi zelalî 3 leşker hatin kuştin. Di encama lêdanên baskê duyem de jî 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Dîsa di encama çalakiyên sûîqestê de leşkerek hat kuştin. Ji leşkerên li qûntarê Erûha Kevin kuştî û birîndar hene, lê hejmar nehat zelalkirin. Balafirên şer tevahiya şevê ev qad bombe kirin. Operasyona li vê qadê hê jî didome.
Jı Leşkerên Tırk Lı Derdora Gundên Mızrım Û Demîrtaşê Kemîn
Ji 10’ê Hezîranê ve artêşa TC mabeyna navçeyên Gap a Elezîz’ê û Gêxî ya Çewlik’ê, li nêzî gundên Mizrim û Demîrtaş bi awayekî zêde kemînan datîne.
Di 7’ê Hezîranê leşkerên artêşa Tc li derdora gundên Turkmena, Çiftlik, Kanîkorkê û Kirê Alê yên girêdayî navçeya Bazîd a Agiri’yê bi awayekî zêde kemînan datînin. Di 8’ê Hezîranê de saet 10.00-11.00’an 2 gerîlayên me yên diçûn wezîfeyê li Girê Alê ketin şerekî pir giran ê saetekê, di encama şer de 2 gerîlayên me şehîd bûn. Di vê operasyonê de gelek leşker hatin danîn.
Nasnameya gerîlayên me wiha ne:
Nasnav: Pîrdoğan Berzan
Nav û Paşnav: Eyup Kartal
Cihê Jidaykbûnê: Agirî
Navê Dayik û Bav: Sureyya – Îbrahîm
Dîrok û Cihê Şehadetê: 8’ê Hezîrana 2016’an / Agirî
Nasnav: Rustem Serhed
Nav û Paşnav: Mehmet Menî
Cihê Jidaykbûnê: Wan
Navê Dayik û Bav: Zozanî – Hamîd
Dîrok û Cihê Şehadetê: 8’ê Hezîranê 2016’an / Agirî
Di 10’ê Hezîranê de saet 17.30’an balafirên şer qada Tendurekê bombe kirin.
Lı Pılûrê Jı Gerîlayên Me Hpg’ê Û Mîlîtanên Mlkp’ê Çalakıya Hevpar
10’ê Hezîranê di danê êvarî de saet 20.30’an gerîlayên me yên HPG’ê û mîlîtanên MLKP’ê li dijî Fermandariya Jendermeyan a Navçeya Pilûr a Dersîm’ê û nîzamiyeya Tabûra Komandoyan çalakiyek li dar xistin. Encama lêdanên bi bandor ên li lojmanan nehat zelalkirin. Êvarî, helîkopterek Skorsky kuştî û birîndar rakirin.
Balafırên Şer Lı Qadên Gerîlayên Me Dan
Di 10’ê Hezîranê de saet 09.30-12.30’an balafirên şer ên artêşa TC li mintiqa Gostê û Hacibeg ên girêdayî herêma Xakûrkê, saet 11.30-13.00’an girê Şehîdan ên girêdayî herêma Zagros’ê, saet 21.30-23.00’an derdora gundên Sarkê û Yekmalê yên girêdayî herêma Garê, saet 23.00-23.30’an qada Dola Şivamêzê ya girêdayî herêma Heftanîn’ê bombe kirin. Di encama bombekirina balafirên şer ên herêma Heftanînê de malek a gelê herêmê texrîb bû.
11 Hezîran 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG