Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 13’ê Hezîranê de saet 12:00’an de gerîlayên me li hember leşkerên artêşa Tirk ên li derdora Girê Şehîd Kendal ê li xeta sînorê navçeya Qilaban a Şirnex’ê bi cih bibûn çalakiyek li dar xistin. Li vir tankek kirine hedef û bi çekên giran bi awayekî xurt hat lêxistin. Tevî 5 leşkerên ku di tankê de, tank hat îmhakirin. Her wiha yekîneyên me bi hewan û çekên giran ve jî cihê ku leşker lê bi cih bibûn kirin hedef. Li vir jimara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê qereqolên Girê Meymûn û Çetê; qada Deriyê Dawetiya bi obus û hewanan bombe kirin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên me Viyan Bahoz û Herekol Sipêrtî yên ku di çalakiya 28’ê Gulanê yên li ser xeta sînorê Qilaban’ê de şehîd ketibûn hat lidarxistin.
Lı Şemzînanê Çalakıya Sekvanıyê: Leşkerek Hat Kuştın
Di 13’ê Hezîranê de saet 18:15’an de gerîlayên me li hember leşkerên li Girê Harûna yê li herêma Şemzînan a Colemrêg’ê bi cih bibûn çalakiyeke sekvaniyê li dar xistin û di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin.
Di 13’ê Hezîranê de saet 12:00’an de gerîlayên me li hember leşkerên li Girê Helen ê girêdayî Şemzînan’ê çalakiyeke bi çekên ferdî û navîn li dar xistin, lê têkildarî jimara kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehat bidestxistin.
Lı Sılopı’yayê Lı Hember Wesayîta Zırxî Ya Bı Tîpa Reo Çalakıya Sabotajê
Di 13’ê Hezîranê desaet 10:50’an de gerîlayên me li ser rêya Eskî Gite ya girêdayî navçeya Silopi’yayê ya Şirnex’ê li hember wesayîtekî zîrxî ya bi tîpa Reo’yê çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de wesayît hat derbkirin û têkildarî jimara kuştî û birîndaran agahiyên zelel nehat bidestxistin.
Di 13’ê Hezîranê de saet 18:20’an de gerîlayên me li hember qereqola Malabadî ya girêdayî navçeya Farqîn a Amed’ê bi çekên giran çalakiyek li dar xistin. Li vir çeper kirin hedef û bi awayekî bi bandor hatin lêxistin. Li vir jimara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin.
Di 12’ê Hezîranê li bejahiya navçeya Motkî ya Bedlîs’ê dema ku yekîneyek gerîlayên me diçûn ser erka xwe ketin kemîna artêşa TC. Di şerê li vir de hevrêyê me Rezan şehîd di be û bi hevriyên me re peywendiyên me qut bûne.
Nasnameya gerîla me wiha ye:
Nasnav: Rezan Argeş
Nav û Paşnav: Sîracettîn Karataş
Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs
Navê Dayik- Bav: Zînnet – Ahmet
Cih û Dîroka Şehadetê: Bedlîs /12 Hazîrana 2016
Artêşa TC li gundên Sasona, Sînek û Hîvrîs ê girêdayî Bedlîs’ê kemînan datînin.
Lı Agırı’yê Çalakıya Sekvanıyê
Di 13’ê Hezîranê de saet 19:00’an de gerîlayên me li hember qereqola sînor a Şîle û Ayibegê ê di navbera navçeyên Beşan a Îdir’ê û navçeya Bazîd a Agiri’yê de çalakiyek sekvaniyê li dar xistin, li vir leşkerek hat kuştin.
Di 13’ê Hezîranê de saet di navbera 20:00-21:00’an de balafirên şer ên aîdî artêşa TC’ê; gundên Balayan, Bolê, Bokrîskan, Zergelê, Sine yên girêdayî herêma Qendîl a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Di encama bomberdûmanê de li jîngehên ku gel lê dijiyan de şewat derket.
Di 13’ê Hezîranê de saet di navbera 17:30-18:30’an de balafirên şer li herêma Berêkeskê ya girêdayî herêma Xakûrkê û derdora ava Hacî Beg û Çiyayê Karker bombe barandin.
14 Hezîran 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG