Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 10’ê Hezîranê hêzên gerîlayên me li derdora gundê Kelika Rezak a girêdayî navenda Şirnex’ê li dijî nuqteyek leşkerî bi wesayîte bombebarkirî ve çalakiyek ferdaî li dar xistibûn . Hevalê me Bahoz Hakkarî bi tarzekî fedaî berê wesayîtê da hewşa qereqolê û çalakî pêk anî. Di vê çalakiyê de zêdetirî 20 leşkeran hatin kuştin. Her wiha gelek wesayîtên sivîl ên li qereqolê jî hatin derbkirin.
Nasnameya gerîlayê me wiha ye:
Nasnav: Bahoz Hakkarî
Nav û Paşnav: Nacî Bozkûrt
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik û Bav: Halîme – Hacî
Dîrok û Cihê Şehadetê: 10’ê Hezîrana 2016 / Şirnex
Di 12’ê Hezîranê de saet 19.50’an hêzên gerîlayên me li dijî Qereqola TRT Beykent a girêdayî navçeya Misirc a Sêrt’ê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de nîzamiye û xwaringeh bûn hedef; 2 leşkerên li nîzamiyeyê hatin kuştin, lê hejmara leşkerên kuştî û birîndar ên li xwaringehê nehat zelalkirin. Ev çalakiya ji bo bîranîna hevalên me Nûrhak û Hasan ên 1’ê Hezîranê li navçeya Hezex a Şirnex’ê şehîd bûne hat lidarxistin.
Şırnex
Di 11’ê Hezîranê de saet 19.00’an hêzên gerîlayên me li dijî qereqola Çelê Nimeja ya girêdayî Şirnex’ê çalakiyek berfireh li dar xistin. Di encama vê çalakiya ku avahiya qereqolê û çeper bi çekên giran bûn hedef de tankek hat ruxandin.
Her wiha, hêzên me bi çekên giran li tûgaya Şirnex’ê jî dan. Di encama lêdanên bi bandor a lojmanên qereqolê de di van lojmanan de şewat derket. Di heman demê de hêzên me bi çekên sûîqestê ve li leşkeran dan. Di van çalakiyan de hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê jî qereqolên li derdora qada çalakiyê dan ber çekên giran.
Di 13’ê Hezîranê de saet 10.30’an artêşa TC bi tevlîbûna cerdevanên gundên Pîrosa, Hemka, Melîsê Bermanê ve li qadên Setkarê, Çemanê, Komatê û Îkîncî Kopru yên girêdayî Elkê yên Şirnex’ê dest bi operasyonekê kirine.
Bedlîs
Di 12’ê Hezîranê hêzên gerîlayên me li hember qereqola Kotan a girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîs’ê çalakiyeke sekvaniyê li dar xistin û leşkerek hat kuştin.
Di 12’ê Hezîranê de saet 19:45’an de yekîneyên me li hember qereqola Qenexder a Bedlîs’ê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de nîzamiye, kule, konteynir û avahiya qereqolê bûn hedef û bi awayekî bi bandor hat lêxistin. Di vê çalakiyê de kuştî û birîndarên dijmin nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky rakir; qûntarên Kember û Kûrîs jî bi obusan bombe kirin.
Qers
Di 12’ê Hezîranê de saet 01:00’an de yekîneyên me li hember girekî ku leşker lê bi cih bibûn û Şaxa Leşkeriyê ya navçeya Qaxizman a Qers’ê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiya li hember Şaxa Leşkeriyê hate lidarxistin de hêzên me ji nêzîk ve bi awayekî pir bi bandor lêxisin û 4 leşker hatin kuştin û 2 çeper hatin îmhakirin. Her wiha girê li ketina navçeyê jî bi çekên navîn û ferdî bû hedefa hêzên me, li vir jimara leşkerên kuştî û birîndar nehat zelalkirin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyê me Pîrdogan û Rûstem ên li navçeya Bazîd a Agiri’yê şehîd bûne hat lidarxistin.
Agırî
Di 12’ê Hezîranê de saet 17:30’an de balafirên şer ên artêşa TC’ê herêma Tendûrek a Agiri’yê bomberdûman kirin.
Amed
Di 7’ê Hezîranê di encama êrîşa balafirên şer ên artêşa TC’ê ya li bejahiya navçeya Licê ya Amed’ê de hevrêyê me Andok Ozgur gihiştiye şehadetê.
Nasnameya gerîlayê me wiha ye:
Nasnav: Andok Ozgur
Nav û Paşnav: Eser Tekîn
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Saniye – Ziya
Dîrok û Cihê Şehadetê: 7’ê Hezîrana 2016’an / Amed
13 Hezîran 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG