HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di roja 14'ê Hezîranê de saet di 04:30 de hêzên me yên gerîla li hemberî qereqolên Rûbarok, Mamreş, Bezelê, Zeytê, Tepê Çete û Grana yên li ser xeta sînor a Gever û Şemzînan’ê ne, bi çekên giran çalakiyeke berfireh lidar xistin .

Di vê çalakiyê de derbên giran li çepereke A4 û tankek li qereqola Mamreşê hat xistin; çeper bi temamî hat rûxandin û tank jî hat derbkirin. Her wiha bi hawanan li wesayîtên zirxî yên li qereqolê hatin xistin û derb li gelek wesayîtan ket. Hejmara leşkerên kuştî û birîndar ên li vê derê nehat zelalkirin.

Baskekî din ê çalakiyê bi çekên giran li qereqola Tepê Çete xist. Di encama vê lêdanê de leşkeran xwe ji gir vekişandin û ketin nava qereqola Zeytê. Hêzên me derbên xurt li çeper û kûleyên li qereqola Zeytê xistin û 2 leşker li vir hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC obus û hawan avêt herêmê.

Lı Pîranê Çalakıya Lı Dıjî Tabûra Tankan

Di roja 13'ê Hezîranê de saet di 16:30 de hêzên me yên gerîla li hemberî tabûra tankê ya li navçeya Amed Pîran’ê çalakiyek lidar xistin. Li vê tabûra ku bi çekên navîn û ferdî lê hat dayîn, 3 leşker bi giranî birîndar bûn. Lê belê hejmara zelal a kuştî û birîndarên leşkeran bi dest neket. Piştî çalakiyê artêşa TC hawan avêt quntarê Tunegrat û girê Ziyaretê.

Di 14'ê Hezîranê de saet di 01:00 de, hêzên me yên gerîla li hemberî Fermandariya Jendermeyan a Navçeya Bedlîs Tetwan’ê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de kûle, panzer û benzînxaneya fermandariyê hedef hatin girtin û bi çekên giran derb lê hat xistin. Li vir, panzerek hat derbkirin û xisareke mezin li kûleyê çêbû. Lê hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehat zelalkirin.

Komek ji gerîlayên me di roja 14'ê Hezîranê dema diçû qada Nanîvan a navçeya Xîzanê li leşkerên artêşa TC rast hat û li vir şer derket. Piştî vî şerî artêşa TC hawan avêt derdora xwe. Hêzên me bi rengekî serketî vegeriyan baregehên xwe.

Di 14'ê Hezîranê de saet di 18:20 de hêzên me li dijî qereqola Îskambû ya li navçeya Sêrt Xizxêr’ê çalakiya sûîqestê pêk anîn û di encamê de leşkerek hat kuştin.

Êrîşên Lı Hemberî Qadên Gerîlayên Me

Di roja 14'ê Hezîranê de saet di navbera 15:30-16:00 de balafirên şer ên artêşa TC li qada Tabûra Ereba a li herêma Avaşîn’ê, saet di navbera 22:30-23:00 de jî li quntara Girê Şehîd Rizgar ê li herêma Avaşîn’ê xistin.

Di 14'ê Hezîranê de saet di 15:50 de balafirên şer bombe li gundê Werxalê yê li herêma Zap’ê barandin.

15 Hezîran 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG