HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 14’ê Hezîranê de saet 17:00’an de konvoyek artêşa TC a li sêrêyana Peyîzava-Westan-Artemêtan a girêdayî Wan’ê bû hedefa gerîlayên me. Di ketina Westan’ê di çalakiya sabotajê de wesayîta zirxî ya Akrep hat îmhakirin. Di vê çalakiyê de 6 polîsên ku di wesayîtê de bûn hatin kuştin, bi ambûlansan kuştî û birîndarên xwe rakirin Tetwan û Wan’ê. Ev çalakî ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Brûsk ve ji bo bîranîna gerîlayên me yên di rojên dawî yên pêvajoyê de şehîd bûne hate lidarxistin.

Di 15’ê Hezîranê de saet 19:30’an de hêzên gerîlayên me li hember qereqola Sikranis a girêdayî Elbak a Wan’ê çalakiyek li dar xistin. Kuleya qereqolê bû hedef û bi awayekî xurt hat lêxistin. Di vê kuleyê de 5 leşker hebûn. Lê têkildarî kuştî û birîndarên di kuleyê de agahiyên zelal nehat bidestxistin.

Lı Mêrdînê 8 Leşker Bırîndar Bûn

Di 14’ê Hezîranê de saet 19:30’an, hêzên gerîlayên me li hember leşkerên ku ewlekariya bendava Ilisû ya li navçeya Kerboran a Mêrdîn’ê ya ku hê jî çêkirina wê berdewam dike digirtin, çalakiyek li dar xistin. Çepera ku 4 leşker lê bûn, bi awayekî xurt bû hedef. Leşkerên ji derveyî çeperan jî bi çekên nîv otomotîk bû hedef. Di vê çalakiyê de 5 jê giran 8 leşker birîndar bûn.

Çapemeniya şerê taybet têkildarî leşkerên birîndar, nûçeyên ku mîna dema ku sewqiyata leşkerî pêk dihatin di qezayekê de leşker birîndar bûne dan. Ev nûçe ji rastiyê dûre û ti bingehê xwe yên rast nîne. Bi van nûçeyan dixwazin rastiya şer binixumînin. Ev leşker di encama çalakiya gerîlayên me de birîndar bûne.

Wesayîta Leşkerî Lı Ser Rêya Şırnex-Cızîr’ê Hat Ruxandın

Di 15’ê Hezîranê de saet 10:00’an, nêzî gundê Avgamasiya ya li ser rêya Şirnex-Cizîr’ê li hember konvoya artêşa TC ya ku ji bo operasyonê di nava tevgerê de bû gerîlayên em çalakiyek li dar xistin. 2 wesayîtên zirxî yên tîpa Kirpî kirin hedef û bi awayekî xurt lê dan. Di encamê de wesayîtek hat îmhakirin. Di çalakiyê de têkildarî hejmara leşkerên ku di wesayîta Kîrpî ya ku hatiye îmhakirin de agahî nehatin girtin.

Lı Çewlıkê Leşkerekî Payebılınd Hat Kuştın

Di 15’ê Hezîranê de saet 12:30’an yekîneyeke gerîlayên me li hember qereqola Gaz a girêdayî navçeya Dara Hênê ya Çewlik’ê çalakiyeke sekvaniyê li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerekî payebilind hat kuştin. Kuleyek a qereqolê jî bû hedefa hêzên gerîlayên me.

Lı Hewêl Çalakî

Di 15’ê Hezîranê de saet 17:00’an, hêzên gerîlayên me li hember qereqola Rîclek a girêdayî navçeya Hewêl a Sêrtê bi çekên nîv otomatîk û ferdî çalakiyek li dar xistin. Di çalakiya ku kuştî û birîndar hebûn de jimara wan nehatin zelalkirin, artêşa TC bi tank û hewanan derdora qereqolê bombe kirin.

Lı Agırıyê Çalakıya Sabotajê

Di 15’ê Hezîranê de saet 23:40’ê şevê li hember xeta boriya gaza xwezayî ya Îran-Tirkiyeyê ya di navbera gundên Helacê û Neço yê girêdayî navçeya Bazîd a Agiriy’ê de çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin.

Lı Qılaban’ê Çalakıya Sekvanıyê

Di 15’ê Hezîranê de saet 18:00’an de li hember leşkerên li Girê Kuroşîno yên li ser sînorê navçeya Qilaban a Şirnex’ê çalakiyeke sekvaniyê hat lidarxistin. Encama vê çalakiyê nehat zelalkirin.

Di 14’ê Hezîranê qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrg’ê herêma Geliyê Avaşîn, qûntara girê Şehîd Faraşîn û devera Dola Bira bi obus û hewanan bombe kirin. Di heman rojê de saet di navbera 17:00-17:30’an de Girê Şehîd Faraşîn û Girê Şehîd Ekîn, qûntarê Girê Şehîd Dîren bi obus û hewanan hatin bombekirin. Li ser herêmê he jî tevgera zêde yên pêgerên keşfê hene.

16 Hezîran 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG