Ji çapemenî û raya giştî re!
Çalakiyên bi bandor ên gerîlayên me didomin. Hêzên şerê taybet hewl didin encamên van çalakiya berevajî bikin, Em dîmenên çalakiya li xeta sînorê Qileban’ê jî ji bo encamên şer ên rast hê zelaltir bê dîtin parve dikin.
Di 16’ê Hezîranê de saet 08.30’an hêzên gerîlayên me mabeyna girên Şehîdan û Şehîd Lezgîn ên li xeta sînorê navçeya Qileban a Şirnex’ê li hember konvoya artêşa TC çalakiyên sabotaj û kemînê li dar xistin, Di çalakiya sabotajê de wesayîtek zirxî ya Reo hat derbkirin; wesayîtek zirxî ya bi roketên B7’ê bû hedef jî derb xwar. Di vê çalakiya de 5 leşker hatin kuştin. Piştre hêzên ji bo destwerdanê hatin jî bûn hedefa hêzên me, li vir jî 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC qada çalakiyê da ber obus, hewan û tankan. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me Viyan Bahoz û Herekol Sipêrtî hat lidarxistin.
Ev çalakiya ji aliyê gerîlayên me ve hate tomarkirin. Detayên çalakiyê dikare li ser malpera me Gerîlla TV bê şopandin.
http://www.gerillatv.net/view_video.php?viewkey=410bc35804a05550b24b
Di 10’ê Hezîranê de saet 17.00’an hêzên gerîlayên me li qirika Şorik a girêda
yî navçeya Azaxpêrt a Çewlikê li dijî yekîneyek veşartî a artêşa TC çalakî li dar xist. Di vê çalakiya de 8 leşker hatin kuştin.
Piştî çalakiyê, artêşa TC ji 10’ê Hezîranê heta 11’ê Hezîranê qada Şehîd Xebat bi obus û hewanan bombe kir. Her wiha helîkopterên Kobra jî bi awayekî giran li qadê dan. Dema van bombekirina de helîkopterên Skorsky jî li girên Karer, Îlbey û Kimsorê leşker danîn û dest bi operasyonê kirin.
Di 14’ê Hezîranê de yekîneyek gerîlayên me ket qada operasyonê û bi artêşa TC re şer qewimi. Di heman demê de helîkopterên Kobra jî li qadê dan. Di şer de hevalê me Ozgur bi şerekî lehengî gihişt şehadetê. Operasyon di 16’ê Hezîranê de vekişiya. Li qadê bi piştgiriya cerdevanan ve tevgera artêşa TC didome.
Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ne:
Nasnav : Ozgur Muş
Nav û Paşnav: Engîn Ozun
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik-Bav: Leyla – Osman
Dîrok û Cihê Şehadetê: 14’ê Hezîrana 2016’an / Çewlik
Navbera Bazîd-Ebexê Rê Hat Qutkırın
Di 15’ê Hezîranê de hêzên gerîlayên me li rêya navbera navçeya Bazîd a Agiri’yê û Ebex a Wan’ê de rê qut kirin. Di 17’ê Hezîranê de saet 18.15’an hêzên gerîlayên me li hember leşkerên ji bo destwerdanê hatin çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê, artêşa TC ji qereqolên girê Zorava, Gulîzerkê û Kevirê Şamiya bi çekên A4, hewan , tankan qada çalakiyê bombe kir. Ev çalaki ji bo bîranîna hevalên me Pîrdogan û Rustem ên ku di 8’ê Hezîranê de li qada Kirê Alê ya Bazîd’ê şehîd bûne hate lidarxistin.
Çalakıya Sûîqestê
Di 17’ê Hezîranê de saet 12.00’an hêzên gerîlayên me li dijî qereqola Şêx Cûma ya Bedlîs’ê çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek hat kuştin.
Di 7’ê Hezîranê de saet 03.00’an yekîneyek gerîlayên me yên diçûn wezîfeyê, li nêzî gundê Turpçû yê girêdayî navçeya Şebînkarahîsar a Gîresûn’ê ji aliyê leşkeran ve hat ferqkirin. Li dijî vê yekîneya me ya hatiye dîtin, artêşa TC dest bi operasyonê kirin. Di navbera hêza operasyonê û gerîlayên me de şer qewimî, di şer de hevalê me Baz bi şerekî lehengî de şehîd bû.
Nasnameya hevalême yê şehîd wuha ye:
Nasnav : Baz Hanîfî
Nav û Paşnav: Osman Bîlen
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik-Bav: Şerîfe –Îsmaîl
Dîrok û Cihê Şehadetê: 7’ê Hezîrana 2016’an / Gîresûn”
Ev 2 rojên dawî ne, artêşa TC li gundên Hurê, Bateytê û Cêlik ên girêdayî navçeya Hênê ya Amed’ê derketina derve qedexe kiriye. Her wiha, artêşa TC qada çiyayê Şelê ji gelê herêmê re qedexe kiriye.
Artêşa Tırk Lı Mazgêrdê Operasyon Da Destpêkırın
Di 14’ê Hezîranê yekîneyên veşartî yên artêşa TC li daristanên Sisik ên li navçeya Mazgêrd a Dersîmê dest bi operasyonê kirine. Heman rojê danê êvarî mabeyan yekîneyk gerîlayên me yên diçû wezîfeyê û leşkeran de şer qewimî. Di şer de hevalekî me gihişt şehadetê. Dema nasnameya hevalê me bê zelalkirin wê bi raya giştî re bê parvekirin. Ev operasyon 17’ê Hezîranê vekişiyaye.
Di 17’ê Hezîranê de saet 08.30’an hêzên gerîlayên me li hember girê Batman Tîm ê girêdayî navenda Dersîm’ê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de bi awayekî bi bandor li polîsên tîmên taybet hatine xistin, polîsekî tîmê taybet hat kuştin, 1 jî birîndar bû. Piştî çalakiyê dijmin derdora xwe da ber çekên giran. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalê me Baz Mordem ê li Gîresûn’ê şehîd bûye hate lidarxistin.
18 Hezîran 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG