Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 15'ê Hezîranê de saet di navbera 05:00-21:30 de hêzên me yên gerîla, rêya navbera navçeya Agirî Bazîd’ê û navçeya Wan Ebex’ê xistin bin kontrola xwe. Di vê çalakiya ku bi qasî 100 wesayît hatin sekinandin de, li ser pêvajoyê agahî ji gel re hat dayîn û nasname hatin kontrolkirin. Hêzên me yên gerîla, 5 qemyonên karê dewletê dikirin, şewitandin.
Colemêrg
Di 16'ê Hezîranê de saet di 09:00 de, li girê Meşkan ê Colemêrg’ê hêzên me yên gerîla bi çekên navîn û ferdî li leşkerên li dora kepçeyeke artêşa TC dixebitîn xistin. Hejmara leşkerên kuştî û birîndar ên li vê derê nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC obus û hawan avêt herêmê.
Di roja 15'ê Hezîranê, 7 qemyonên kelûmel ji qereqola Bezelê ya li navçeya Colemêrg Şemzînan’ê re dibirin, hatin sekinandin. Di kontrola rê de rewşeke gumanbar rû da û di encama vê rewşa bêkontrol de kesek birîndar bû. Hat hînbûn ku ev kesê birîndar piştre jiyana xwe ji dest daye. Ji ber ku vî welatiyê di bûyerê de birîndar bû jiyana xwe ji dest da, em xemgîn in. Divê gelê me û raya giştî zanibin; ev bûyer bi rengekî plankirî û zanebûn nehatiye kirin. Di nûçeyên tên weşandin û propagandayên tên kirin de hewl tê dayîn ev yek weke amûreke şerê taybet bê bikaranîn.
Şırnex
Di roja 15'ê Hezîranê de saet di 17:45'an de li herêma navbera Tûgaya Komando ya Çakir Sogut û Sîsteya Pîşesaziyê ya Şirnex’ê, hêzên me yên gerîla bi roketên B7 li otobusên leşker tê de bûn û wesayîtên zirxî xistin. Di vê çalakiyê de derbên giran li wesayîtekê ket. Piştî çalakiyê artêşa TC operasyon da destpêkirin û heman rojê dawî li operasyonê anî. Li ser hejmara leşkerên kuştî û birîndar wê piştre agahî bi raya giştî re werin parvekirin.
Di roja 16'ê Hezîranê de saet di 13:00 de hêzên me yên gerîla li hemberî leşkerên li girê Serbend ê li ser xeta sînor a navçeya Şirnex Qilaban çalakiyek pêk anîn. Hejmara leşkerên kuştî û birîndar ên leşkeran nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC obus û hawan avêt herêma çalakiyê.
Amed
Di roja 16'ê Hezîranê de saet di 12:00 de balafirên şer ên artêşa TC li quntara gundê Medrese yê navçeya Amed Licê xistin.
17 Hezîran 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG