Ji çapemenî û raya giştî re!
Artêşa TC di navbera Qereqolên Şile û Aybeg a di navbera naçeya Bazîd a Agiriyê de qereqolek nû ava dike. Di 20’ê Hezîranê de saet 19:30’an de gerîlayên me li hember fermandarê qereqolê di dema rêzgirtinê de çalakiyekî sekvaniyê li dar xistin. Di vê çalakiyê de fermadarê qereqolê hat kuştin.
Wan
Di 21’ê Hezîranê (îro) de saet 05:00’an de gerîlayên me li hember qereqola Kismli ya girdayî navçeya Elbak a Wan’ê çalakiya sekvaniyê li dar xistin û leşkerek hat kuştin.
Şirnex
Di 20’ê Hezîranê de saet di 17:15’an de yekîneyên gerîlayên me li hember konvoya wesayîtên dijmin ên di nava tevgerê yên li Girê Şehîd Lezgîn û Şehîdan ên li devera navçeya Qilaban a Şirnex’ê de çalakiya sekvaniyê li dar xistin û li vir kontrayek hat kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC girê Şehîd Dîlber bi obus û hewanan bombe kirin.
Di 20’ê Hezîranê de saet di navbera 14:00-15:00’an de gerîlayên me rêya li herêma gundê Geliyê Jêr û yê navçeya Elkê ya Şinex’ê de xistin kontrolê. Gerilayên me li vir nasname kontrol kirin, di heman demê de gel têkildarî pêvajoyê jî agahdar kirin.
Di 19’ê Hezîranê de saet 18:30’an de yekîneyên gerîlayên me li hember qereqola Çelê Nimêja yê girêdayî Şirnex’ê bi çekên giran çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin.
Colemêrg
Di 19’ê Hezîranê de saet di 16:30’an de gerîlayên me li hember qereqola Salara ya girêdayî herêma Şemzînan çalakiyek li dar xistin. Yekîneyên me, leşkerên li derdora tankê kirin hedef û bi awayekî bi bandor lê xistin, lê têkildarî kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Piştî çalakiyê derdora qereqolê bi obus û hewanan hat bombekirin.
Dersîm
Di 14-17’ê Hezîranê artêşa TC di navbera herêma Çeper û daristanên Sîsîk ê girêdayî navçeya Mêzgêr a Dersîmê operasyon dabû destpêkirin û li vir navbera gerîlayên me û hezên artêşa TC da şer qawîmî bu. Di vi şerî de jî hevrêyekî me gihişt mertebeya şehadetê.
Hevrêyê me Kemal tevî demeke pir kurt bû ku beşdarî Têkoşîna Azadiyê bibû jî pêşketinên mezin di xwe de da avakirin, di hemleya 1’ê Hezîranê de û di dema ku Rêber Apo gotibû kesên hez ji min dikin bila berê xwe bidin Bakur, ji bo ku çeperên berxwedanê mezin bikin beşdarî qadên şer bûn û derbasî herêma Dersîmê bû. Bi têkoşîna ku li vir dayî meşandin ve erkê pêşengtiyê girtiye ser milê xwe û bi performanseke mezin pêşengtî kiriye. Hevrê Kemal serkeftinên di warê îdolojîk de jî bi dest xistibû, bi hemû hêza xwe bi gel û hevrêyên xwe re parve dikir. Di vê rêyê de rêya fedekariyê weke pêşeng lîstiye. Hêza ku me ji van hevrêyan girtiye di serkeftina Kurdistanê de em ê bi biryardariyekî mezin bigihînin serkeftinê, rêya wan ji me re mînak e. Hevrê Kemal; yek ji hevrêyên me yên ku hêrsa xwe ya li hember dijmin bi taktîkên stratejîk ên şer, di warê herî dewlemend de vegerandibû çalakiyan.
Nasnameya hevrêyê me wiha ye:
Nasnav: Kemal Sidar
Nav û Paşnav: Ercan Ateş
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik- Bav: Pembe – Kadîr
Cih û Dîroka Şehadetê: Dersîm /14’ê Hazirana 2016
Balafırên Şer Heftanîn, Zap Û Qendîl Bombe Kirin
Di 20’ê Hezîranê de saet di navbera 22:00-22:30’an de balafirên şer ên artêşa TC qada Dola Şehîd Delîla ya girêdayî herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin.
Di 20’ê Hezîranê ji saet 22:30’an heta saet 01:00’ê şevê balafirên şer qada Dola Zergelê ya herêma Qendîl’ê bombe kirin. Di encama bomberdûmanê de ziyan gihiştin malên gundiyan.
Di 21’ê Hezîranê (îro) de saet di navbera 10:30-10:50’an de balafirên şer Girê Cehenem û devera Çiyayê Reş yê girêdayî herêma Zap’ê bombe kirin.
21 Hezîran 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG