Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 20'ê Hezîranê de saet di 23:00 de hêzên me yên gerîla li hemberî konvoyeke artêşa TC a di rêya Wan-Colemêrg’ê re derbas dibû, çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de maşîneke zirxî ya bi tîpa Kîrpî bi temamî hat rûxandin. Piştî çalakiyê bi 11 ambûlansan leşkerên kûştî û birîndar hatin rakirin. Leşkerên artêşa TC gule li derdora xwe reşand.
Piştî vê çalakiyê li herêmê operasyonek hat destpêkirin. Ji ber vê operasyonê, di sibeha 21'ê Hezîranê de hêzên me û leşker li hev rast hatin û şer derket. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar ên vî şerî zelal nebû. Di vî şerî de hevalekî me bi lehengî şer kir û gihîşt şehadedê. Artêşa TC li ser rêya Wan-Colemêrg’ê kemînan datîne. Hêza xwe ya operasyonê jî vekişandiye. Piştî vê çalakiyê, Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrg’ê li sivîlan hatiye girtin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di encama çalakî û şer de bi giştî 11 leşker hatine kuştin.
Nasnameya gerîlayê me bi vî rengî ye:
Nasnav: Çiyager Rênas
Nav paşnav: Erkan Kayacan
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Navên dayik û bav: Gulbahar-Abdulvahap
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Hezîrana 2016 / Colemêrg.
Lı Amed’ê Çalakıyên Gerîlayên Me
Di roja 20'ê Hezîranê, li navçeyên Amed Licê, Hênê, Hezro, Farqîn, Pasûr û Karazê operasyoneke berfireh hat destpêkirin. Artêşa Tirk rêya ji navenda navçeya Karazê heta qereqola Tapanê li çûn û hatinê girt. Di heman rojê de balafirên şer ên artêşa TC bombe li qadên Şehîd Serxwebûn, Şehîd Ferhat, Apê Mûsa û Sisê yên Licê barandin. Artêşa TC di heman demê de gelek gundên navçeyên Licê, Hênê, Hezro, Farqîn, Pasûr û Karazê li çûn û hatina mirovan qedexe kir.
Di 20'ê Hezîranê, hêzên me li hemberî tabûra ewlekariya bendava li navçeya Pîranê dikir, çalakiyek pêk anî. Ev çalakî ji cihekî nêz ve hat kirin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin.
Di 21'ê Hezîranê de saet di navbera 16:30-17:00 de hêzên me li bendên kontrolê yên qereqola Balabadî ya li navçeya Amed Farqîn’ê xistin. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin. Hêzên me her wiha dest danîn ser wesayîtên karkerên li bendavê dixebitin û 4 karker binçav kirin.
Lı Colemêrgê 2 Leşker Hatın Kuştın
Di roja 21'ê Hezîranê de saet di 10:15'an de, hêzên me li hemberî leşkerên li alaya Garê ya li navçeya Colemêrg Şemzînan’ê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Di encamê de leşkerek hat kuştin.
Di 21'ê Hezîranê de saet di 13:20 de gerîlayên me yên YJA Starê bi çekên giran li qereqola Garna ya li herêma Oremar a navçeya Colemêrg Gever’ê xistin. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê qereqola Grana obus û hawan avêt herêmê
Di 20'ê Hezîranê de saet di 15:00 de li hemberî leşekrên li çeperên qereqola Tepê Ortê ya li navçeya Colemêrg Çelê, hêzên me yên gerîla çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê qereqolên Serê Sevê, Şikêr û Tepê Ortê obus û hawan avêtin herêma Çiyayê Reş.
Balafırên Şer Bombe Lı Metîna Barandın
Di roja 21'ê Hezîranê de saet di navbera 21:00-23:00 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li derdora gundê Yekmalê yê li herêma Metîna, qadên Tepê ortê, Tepê Heqarî, Tepê Koordîne, Tepê Şehîd Karlos û Derarê barandin.
Lı Hemberî Gelıyê Mûnzûr’ê Êrîşa Bı Hawanan
Ev 3 roj in qereqola Zargê ya li Dersîm’ê hawanan davêje Geliyê Mûnzûrê û bomberdûmanê dike.
Lı Qaxızmanê Çalakî
Dî roja 20'ê Hezîranê, artêşa Tirk li herêma navbera gundên Kizilkîlît û Gorisinê yên ser bi navçeya Qers Qaxizman’ê di nava tevgerê de bûn. Gerîlayên me derbên xurt li vê yekîneya leşkerî xistin. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin.
Lı Tendurek Û Ebexê Tevgera Hewayî
Di êvara 20'ê Hezîranê de saet di 20:00 heta sibeha 21'ê Hezîranê, balafirên keşfê yên bêmirov ên artêşa TC li ser Tendurek a Agirî û Ebex a Wan’ê geriyan. Di heman demê de herêm bi hawan, obus û tankan hat bombekirin.
Lı Tendurekê 5 Leşker Hatın Kuştın
Di sibeha 21'ê Hezîranê de, artêşa TC li Tendurekê dest bi operasyoneke berfireh kir. Leşkeran xwe li girên stratejîk ên li gundê Dasina yê Tendurek’ê danîn. Li hemberî van leşkeran gerîlayên me çalakiyek pêk anîn. Bi çekên ferdî û navîn li van leşkerên li hev kom bûyî xistin. Komeke din a gerîlayên me jî çalakiyên sûîqestê pêk anî. Di encama van çalakiyan de 5 leşker hatîn kûştîn, 5 leşker jî birîndar bûn.
Piştî çalakiyê, qereqola Kevirê Şamiya obus û hawan avêt herêmê. Operasyona li vê herêmê ji aliyê yekîneyên veşartî ve tê meşandin.
22 Hezîran 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG