Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 22'ê Hezîranê de saet di 07:30 de, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li girê ser bi tabûra Gundikê Melê yê Şirnex’ê xistin. Hejmara leşkerên kuştî û birîndar ên li vê derê nehat zelalkirin.
Di roja 22'ê Hezîranê de saet di 15:30 de li hemberî girê Tûgaya Şirnex’ê hêzên me yên YJA Starê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Di heman demê de hêzên me bi çekên giran li qereqola Çelê Nimêja xistin. Piştî vê çalakiyê, artêşa TC obus û hawan avêt derdorê.
Her du çalakî ji bo bîranîna hevalên me Zinar Zagros, Andok Wan, Şêr Dima û Kajîn Şirnak hatin lidarxistin.
Hêzên me yên YJA Starê, di roja 22'ê Hezîranê de saet di 18:30 de li girê Xerxol ê ser bi herêma Garisa ya Sêrt’ê çalakiyek pêk anîn. Bi roketan li du çeperên li vir hat xistin. Di encamê de 2 leşker hatin kuştin.
Di roja 22'ê Hezîranê de artêşa TC rêya gelek gundên Mûşê girt. Her wiha li ser rêya Mûş û navçeya Amed Pasûr’ê xendek kola û bendên ji beton danî.
Di roja 21'ê Hezîranê, li herêma navbera navçeya Çewlik Xolxolê û gundê Conikê, hêzên me bi çekên ferdî li wesayîtek polîsên tîmên taybet tê de bûn xistin. Hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehat zelalkirin. Artêşa TC di roja 22'ê Hezîranê li herêmê dest bi operasyonê kir.
Artêşa TC di 21'ê Hezîranê de li herêma Tendurek’ê dest bi operasyonê kir. Yekîneyeke me ya gerîla, ku heman rojê saet di 12:30 de bi erka xwe radibûn, li nêzî gundê Dasina yê Ebex a Wan’ê rastî leşkeran hat û şer derket. Di vî şerî de 2 hevalên me heta fîşeka dawî şer kirin û şehîd bûn.
Nasnamêya hevalên me yên şehîd wuha ne:
Nasnav: Rustem Cûdî
Nav paşnav: Adem Taşdemîr
Cihê ji dayikbûnê: Îdir
Navên dayik û bav: Seyran-Yaşar
Dem û cihê şehadetê: 21'ê Hezîrana 2016 / Tendurek
Nasnav: Destan Axçira
Nav paşnav: Ekrem Yilmaz
Cihê ji dayikbûnê: Bedlîs
Navên dayik û bav: Herdemcan-Cevdet
Dem û cihê şehadetê: 21'ê Hezîrana 2016 / Tendurek.
Di roja 12'ê Hezîranê, komeke me ya gerîla ya li bejahiya navçeya Motkî ya Bedlîs’ê bi erka xwe radibû, têkiliya xwe bi yekîneya xwe re qut bûbû. Ev koma me bi saxlemî gihîşt baregehên xwe.
Di 21'ê Hezîranê de artêşa Tirk li gundên Aşka, Melêsa, Pirosa, Batê û Hemka yên navçeya Şirnex Elkê operasyon da destpêkirin. Di roja 22'ê Hezîranê, artêşa TC li van gundan derketina derve qedexe kir.
Di roja 21'ê Hezîranê de saet di 19:45'an de, balafirên şer ên artêşa TC bombe li Geliyê Tuyê, gundê Kola, gundê Nêrduşa, girê Mirava û gundê Dêman ên Şemzînan’ê xistin. Balafirên şer li gundê Dêmanê bombe li cihê gundî lê bûn, xistin. Piştî vê bomberdûmanê artêşa TC operasyon da destpêkirin û li derdora girê Mirava bi cih bû. Li ser operasyonê agahiyên bi dest ketin wê bi raya giştî re werin parvekirin.
Hêzên me di roja 21'ê Hezîranê de saet di navbera 17:30-18:00 de li hemberî leşkerên li dora Girê Şehîd Gafûr ê li herêma Oremar a Colemêrg’ê bi cih bûbûn, çalakiyek pêk anîn. Lê belê hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehat zelalkirin.
Di roja 22'ê Hezîranê de saet di 15:30 de, leşkerên artêşa TC hewl dan di navbera girên Şehîd Lezgîn û Şehîdan ên li bejahiya Qilaban’ê de rê çêbikin. Hêzên me yên gerîla bi çekên giran li van leşkeran xistin. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.
Di roja 23'ê Hezîranê de saet di navbera 00:00-01:10 de balafirên şer ên artêşa TC li derdora gundê Dêrgelê yê herêma Metîna û saet di navbera 00:30-01:30 de jî li qada Pirbela yê Heftanîn’ê xistin.
23 Hezîran 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG