Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 23'ê Hezîranê de saet di 11:30 de li ser rêya Şapatan a navbera navçeyên Gever û Şemzînan’ê yên Colemêrg’ê, li hemberî komek ji leşkeran a kontrola rê dikin, hêzên me yên YJA Star’ê bi çekên ferdî çalakiyek pêk anîn . Di encama derbên xurt de 5 leşker hatin kuştin. Her wiha bi roketên B7 derbên xurt li wesayîteke zirxî ya bi tîpa akprep hat xistin û wesayît hat rûxandin. Hejmara leşkerên kuştî û birîndar ên li vir nehat zelalkirin. Kuştî û birîndar bi 4 ambûlans û çend wesayîtên sivîl ji cihê bûyerê hatin rakirin. Piştî çalakiyê qereqolên Durê û Radyolîkê bi obus û çekên giran li herêmê xistin. Li dû vê çalakiyê dijmin li bajarokê Şapatan û gundê Sereroyê derketina derve qedexe kir.
Şemzînan
Di 21'ê Hezîranê de li gundên Geliyê Tuyê, Kola, Nerdûşa, Girê Mirava û derdora gundê Dêmanê operasyon dabû destpêkirin. Leşker 22'ê Hezîranê li Geliyê Tuyê, gundê Kola, Dêmanê, Durê û Nêrdûşê bi cih bûbûn û 23'ê Hezîranê de saet 15:30’î vekişiyan. Hêzên dewleta Tirk ji qereqolên Durê û Radyolîkê gundên Geliyê Tuyê, Kola, Dêman, Dûrê û Nêrdûşê bi obus û havanan bombebaran kirin.
Lı Bedlîsê Çalakıya Lı Dıjî Benda Kontrolê Ya Polîsan
Di 22'ê Hezîranê de yekîneyeke gerîlayên me bi ser nuqteya kontrolê ya polêsan a li pêşiya navenda navçeya Tetwana Betlîs’ê de girtin, hêzên me bi awayekî fedaî derbeke giran li wan xistin, ketin nuqteya kontrolê û bi çekên ferdî û bombeyan derb li dijmin xistin. Li vê derê di navbera hêzên me û polêsan de şerekî dijwar qewimi û şer heya bi taxa Suwarê berdewam kir. Di vê çalakiyê de 3 polîs hatin kuştinİ Gelek ambulans û wesayitên sivîl ji bo ku kuştî û birîndaran rakin, hatin cihê bûyerê. 3 gerîlayên me bi ruhekî fedaî şerê xwe kirin û şehîn bûn.
Hêzên dewleat Tirk gule li sivîlên li taxê reşandin û ji ber vê gulereşandinê 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 2 jî birîndar bûn.
Nasnameyên gerîlayên me bi vî rengî ne:
Nasnav: Dorşîn Viyan
Nav paşnav: Semîha Akdogan
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Navên dayik û bav: Fatma-Ebûbekîr
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Hezîrana 2016 / Bedlîs
Nasnav: Xeyrî Garzan
Nav paşnav: Tacettîn Gulen
Cihê ji dayikbûnê: Bedlîs
Navên dayik û bav: Şemen-Suleyman
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Hezîrana 2016 / Bedlîs
Nasnav: Cûdî Makû
Nav paşnav: Kemal Huseyîn Yar
Cihê ji dayikbûnê: Makû
Navên dayik û bav: Têlî-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Hezîrana 2016 / Bedlîs.
Der heqê çalakiya ku ji hêzên me yên YJA Starê ve ku di 23'ê Hezîranê de li nêzîkî gundê Sêrxaçê yê navbera rêya Wan û Betlîs’ê, Tetwan’ê de dimîne, çalakiyek bi ser yekîneyeke leşkerî ve biribûn. Di vê çalakiyê de herî kêm leşkerek hat kuştin û piştî çalakiyê helîkoptera tîpa Skorskyê hat kuştî û birîndarên xwe rakirin. Piştî çalakiyê artêşa TC li qadê xwest ku operasyonê bike, lê dema ku Skorsky xwest ku li leşkeran deyne herêmê, hêzên me bi derbên xwe yên bibandor ledan û helîkopter neçar ma vegerîya.
Di 23’yê Hezîranê de saet 19:00’an wesayiteke aidî firmayê ku xebata cihokê ya ji bo qereqola Zargêya girêdayî navenda Dersîmê dike, hat şewitandin û xebatkar jî hatine binçavkirin.
Di 23’yê Hezîranê de saet 20.00’an hêzên gerîlayên me li dijî qereqola jendermeyan a li navçeya Mehsertê ya Mêrdîn’ê çalakiyek li dar xistin. Wesayîta bombebarkirî li ber qereqolê hat rawestandin û çalakî pêk hat, Di vê çalakiyê de qasî ku bi çav hatiye dîtin 10 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Her wiha di encama teqînê de 2 kûle û nîzamiye rûxiyan, avahiya qereqolê jî bêkêr bû. Piştî çalakiyê gelek ambûlans hatin cihê bûyerê, leşkerên kuştî û birîndar rakirin. Ev çalakî ji bo bersivdayina berxwedêrên li Nisêbînê şehîd bûne û operasyona li Amed’ê hate lidarxistin. Her ku têkîldarî çalakiyê agahî bi dest bikevin wê bi raya giştî re bê parvekirin.
24 Hezîran 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG