Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 29'ê Hezîranê de saet di 16:00 de, hêzên me li herêma navbera navçeya Mêrdîn Dêrik û navçeya Riha Wêranşar’ê de çalakiya sabotajê pêk anîn. Di encamê de 6 çawişên pispor hatin kuştin, 5 polîsên tîmên taybet û 6 leşker bi giştî 11 hêzên dijmin birîndar bûn.
Li aliyê din, rayedarên Tirk dan xuyakirin, ku ji leşkerên li Dêrikê birîndar bûn îro 2 heb mirin e
Di roja 30'ê Hezîranê de saet di 10:00 de, hêzên me li hemberî leşkerên li qereqola Avnêbenat a li herêma Gabar’ê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Di encamê de leşkerek hat kuştin.
Lı Çewlık’ê Çalakî
Hêzên me di 30'ê Hezîranê de saet di 19:00 de, li herêma Hegader a li navçeya Çewlik Dara Hênê kemîn danîn pêşiya yekîneyên dijmin ên dagirker. Di encama lêdana ji cihekî nêz ve, 2 leşker hatin kûştin, gelek jî birîndar bûn. Ji ser leşkerên li qada çalakiyê çekek B7, çekek Melez, çenteyek, 2 roket û gelek alaven leşkerî hatin rakirin. Hat hînbûn, leşkerên di çalakiyê de hatine kûştin e ser bi yekîneyên Tîmên Taybet ên Jendermeyan ên Bedlîs’ê ne.
Piştî çalakiyê helîkopterên bi tîpa Kobra gule li derdorê reşandin. Di sibeha 1'ê Tîrmehê (îro) de helîkpoteran leşker danîn herêmê û derketin operasyonê.
Ev çalakî, ji bo mirovên me yên sivîl ên li Licê ji aliyê yekîneyên dagirker ve hatin qetilkirin, weke çalakiya bersivdayînê hat lidarxistin.
Operasyona li navçeya Licê ya Amed’ê hatiye berfirehkirin û gundên Şelê, Goma Şelê û Mahmê jî tevlî vê qada operasyonê hatin kirin. Yekîneyên operasyonê, obus û hawan avêtin cihê Kuçuç Taşlik ê li herêma Apê Mûsa. Li vî cihî şewat derket. Şewata li vê derê hê dewam dike.
Çalakıya Lı Hemberî Fîrma AKP'ê
Di 30'ê Hezîranê de saet di 16:00 de, tevî hemû hişyariyan jî, karkerên ser bi fîma Cengîz Înşaat a AKP'yî, li navbera Mûş-Pasûr’ê karê çêkirina rê dewam kirin. 7 maşînên kar ên li vir dihatin xebitandin ji aliyê gerîlayên me ve hatin şewitandin.
Lı Mûş’ê Şer
Li vê herêmê, di navbera leşkerên xwe veşartî û gerîlayên me de şer derket. Hejmara kûştî û birîndarên dijmin nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê, helîkopterên bi tîpa Kobra li derdora gundên Zengok û Karahamza’yê xistin. Agahîya kû gihaştin ber destê me, ku ji be vê gulereşandinê hin mirovên sivîl birîndar bûne.
Di êvara 30'ê Hezîranê de artêşa Tirk li gelek herêmên navçeyên Dihê, Berwarî û Tilo yên Sêrt’ê herêmên ewlekariya taybet îlan kir û dest bi operasyonê kir.
Wesayîtên Dewletê Yên Rê Çêdıkırın Hatın Şewıtandın
Di roja 30'ê Hezîranê de saet di 12:00 de, 8 qemyon, kepçeyek û pîkapek midûriyeta rêyên bejahî ya dewletê ku di navbera gundên Xasirke û Dime yên navçeya Wan Payîzava’yê rê çêdikirin, ji aliyê gerîlayan ve hatin şewitandin. Bi ajokarên van wesayîtan re hat axaftin û hatin hişyarkirin.
Çalakıya Lı Hemberî Stasyonên Bazê
Hêzên gerîlayên me di 30'ê Hezîranê de saet di 12:00 de li hemberî stasysonên Bazê yên Vodafone-Avea yên li gundê Pagan ê Payîzava’yê çalakiya sabotajê pêk anîn û stasyon hatin rûxandin.
Beriya niha bi daxuyaniya ma hatî bû ragihandiN piştî çalakiya 28'ê Hezîranê ya li hemberî qereqola Girê Sor a li navçeya Wan Şax’ê de 2 gerîlayên me gihîştîbûn şahadetê.
Nasnameyên gerîlayên me wiha ne:
Nasnav: Avaşîn Êrîş
Nav paşnav: Kader Rua
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Gulîstan-Abdurrahman
Dem û cihê şehadetê: 28'ê Hezîrana 2016 / Wan
Nasnav: Simko Tendurek
Nav paşnav: Adem Ozhan
Cihê ji dayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Zeynep-Polat
Dem û cihê şehadetê: 28'ê Hezîrana 2016 / Wan.
Êrîşên Artêşa Tırk
Di roja 1'ê Tîrmehê balafirên şer ên artêşa TC, li derdora navçeya Mêrdîn Dêrikê dan. Li ser vê bomberdûmanê dema agahiyên berfireh bi dest ketin, wê bi raya giştî re werin parvekirin.
Di roja 30'ê Hezîranê de saet di navbera 12:00-14:00 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li Deriyê Dawetiya, herêma Bûk û Zava û girê Şehîd Şêxmûs ên li Heftanîn’ê barandin.
Di 29'ê Hezîranê de saet di navbera 12:00-12:30 de balafirên şer girê Şehîd Dilber û qada Duav ên li Metîna bombe kirin.
1 Tîrmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG