HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 29’ê Hezîranê de saet 16.00’an li nêzî gundê Hêbdokê yê mabeyna navçeya Dêrik a Mêrdîn’ê û Wêranşar a Riha’yê, hêzên gerîlayên me li hember wesayîtek zirxî ya Kîrpî çalakiya sabotajê li dar xistin . Di vê çalakiyê de wesayît bi temamî hat ruxandin, di ve wesayîte de 4 leşker hatin kuştin. Dîsa hêzên me saet 18.00’an li dijî wesayîtek din a zirxî ya Kobra ku polîsên tîmên taybet tê de bûn û bi armanca destwerdanê hatibûn, çalakiya sabotajê li dar xistin. Ev wesayît jî hat îmhakirin, lê hejmara kûştî û birîndaran nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê bi dehan ambûlans ji bo wergirtina kuştî û birîndaran hatin cihê bûyerê.

Ev çalakiya di şexsê hevrê Şehîd Zîlan ji bo bersivdayîna êrîşên li ser gelê Licê hatiye lidarxistin.

Di 28’ê Hezîranê de hêzên me li dijî qereqola Girê Sor a girêdayî navçeya Şax a Wan’ê çalakî li dar xistin û leşkerek hat kûştin, leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiya li hember qereqola Girê Sor, qereqolê derdora xwe da ber hewan û tankan. Di encama van bombekirinan de 2 hevalên me şehîd bûn. Dema sicîlên hevalên me yên şehîd eşkere bûn wê bi raya giştî re bê parvekirin.

Lı Sêgoşeya Westan-Seray-Şax Operasyon

Di 28’ê Hezîranê de saet 00.00’an artêşa TC li sêgoşeya Westan-Seray-Şaxê dest bi operasyonekê kiriye. Ev operasyone bi şêwazekî çiyayê Artos, qada Şarapet, Qirika Golgenî, gundên Kanermîra, Sorander, Alîçe û Darînos digire nav xwe didome.

Di 29’ê Hezîranê di danê êvarî de artêşa TC derdora gundên Çemê Alik, Gezan, Paşê Çiya, Vaşîn, Sipeynik û Kêlaxsî yên girêdayî navçeya Licê ya Amed’ê bi obus û hewanan bombe kir.

Balafırên Şer Ên Tırk Qadên Gerîlayên Me Bombe Kırın

Di 29’ê Hezîranê de saet 10.30-11.00’an balafirên şer ên artêşa TC ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê, qadên Mêrge û Govendê yên girêdayî herêma Avaşîn’ê bombe kirin.

Di 29’ê Hezîranê de saet 12.00-14.00’an balafirên şer qûntarên girê Karker ê girêdayî herêma Xakûrkê, girê Sîro û qûntarê wê, qadên Ranya Pirê û Kurê Mizgeftê bombe kirin.

Di 30’ê Hezîranê de saet 08.45-10.00’an balafirên şer qada Deriyê Dawetiya ya girêdayî herêma Heftanîn’ê bombe kirin.

30 Hezîran 2016
Navenda Ççapemenî û Ragihandina HPG