HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Operasyona Lı Kato

Di 1'ê Tîrmehê de saet di 19:30 de, artêşa TC li herêma Kato ya li navçeya Şirnex Elkê dest bi operasyonê kir. Hêzên me yên gerîla, li nêzî gundê Govikê bi yekîneya operasyonê hesiyan û li hemberî vê yekîneya leşkerî çalakî pêk anîn. Hejmara kûştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin. Ev operasyon hat berfirehkirin û li bejahiya gundên Laleş, Mêrga Sotê, Kejan, Girê Kerko û Govikê tê meşandin. Operasyon hê dewam dike.

Operasyon Û Şerê Lı Lıcê: Gelek Leşker Hatın Kuştın

Operasyona artêşa TC li navçeyên Amed Licê, Hênê, Karaz, Hezro û Pasûrê daye destpêkirin, bi berfirehî dewam dike. Balafirên şer ên artêşa TC bombeyan li gelek herêman dibarînin. Di 2'ê Tîrmehê de li herêmên Şehîd Kendal, Pêşî Kevir û Sisê di navbera artêşa TC û hêzên me de şerekî dijwar qewimî. Ji dijmin gelek kûştî û birîndar hene. Her wiha têkilî bi komek ji gerîlayên me, qut bûye.

Lı Colemêrgê Şer

Di 2'ê Tîrmehê de saet di 14:30 de, li herêma Dola Bermêşa ya li navbera navçeyên Colemêrg Gever û Şemzînan’ê, hêzên me li hemberî yekîneyeke leşkeran a li cem maşînên zirxî bûn çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Di encamê de leşkerek hat kuştin.

Di 2'ê Tîrmehê de saet di 05:00 de, komek ji gerîlayên me ya bi erka xwe radibû, li artêşa TC rast hat û li vir şer derket. Piştî şerekî demkurt, hêza me bi serketî li baregehên xwe vegeriya.

Êrîşên Hewayî Yên Lı Hemberî Herêmên Parastınê Yên Medyayê

Di 1'ê Tîrmehê de saet di navbera 22:00-00:00 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li gundên Xeletê, Bê Xerê, mintiqeya Meyrokê û Ergenê yên li herêma Garê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Vê bomberdûmanê zerar li dehl û rezên gundiyan kir. Li herêmê şewat derket.

3 Tîrmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG