Ji çapemenî û raya giştî re!
Yek ji hîmên bingehîn ên şerê li dijî mirovahiyê yê bi fermana Qesr û hikûmeta AKP'ê li Kurdistanê tê meşandin, medya û çapemenî ye ku ev artêşa medyayê, ji tirsa bi gavekê jî xwe nêzî rastiyê nakin.
Ji ber vê sedemê weke HPG em bi berpirsyariya xwe ya dîrokî radibin û aliyên rast ên vî şerî bi daneyên şênber eşkere dikin.
Di 11'ê Gulanê, li herêma Rîsor a Şirnex’ê, artêşa Tirk û cerdevanan operasyonek meşandibûn. Li hemberî leşkerên li Deriyê Sêwo yê li nêzî gundê Kaniya Kaymakam derketibûn operasyonê, gerîlayên me çalakiyeke sabotajê pêk anîbûn û di encamê de 2 leşker hatibûn kuştin. Di heman demê de çalakiyên sûîqestê hatibûn kirin û 2 leşkerên din hatibûn kuştin.
Bi rêya malpera me Gerîla TV em dîmenê vê çalakiyê bi gelê xwe û raya giştî re parve dikin. Encamên rast ên şer, wê ji aliyê me ve bi rengekî herî rast bên ragihandin.
Lînkê dimenên çalakîyê http://www.gerillatv.net/view_video.php?viewkey=18539ec8a64058e43211
https://www.youtube.com/watch?v=cle7Q4U78Uc&;;feature=youtu.be
4 Tîrmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG