Ji çapemenî û raya giştî re!
Di sibeha 5'ê Tîrmehê de saet di 07:00 de, hêzên me yên gerîla li hemberî girê ewlekariyê yê bendava Ilisû’yê, ku li navçeya Kerboran a Mêrdîn’ê ye çalakiyek lidar xistin. Di encama derbên xurt de 2 leşker hatin kuştin. Hejmara kûitî û birîndarên dijmin ên li vî girê ku roket lê ketin, zêdetir e. Ev çalakî ji bo bîranîna şehîdên Licê ji aliyê tîma tolhildanê ya Şehîd Rêzan ve hate kirin.
Di roja 5 Tîrmehê de di ber bi dane sihare saet di 02.30 û heta 05.30’ê li navçeya Şemzînan a Colemêrg’ê artêşa TC ji qereqola Grana Girê Xûdê bi navber bi obüs û havanan bombekir.
Danê vê sibehê, ji saet 05:00 û pê ve qereqola Oremarê ya li geverê obus û hawan avêt herêma Şehîd Rahîme. Liv û tevgera hewayî ya keşfê li vê herêmê dewam dike.
Liv û tevgera balafirên keşfê, ku di 3 û 4'ê Tîrmehê de li herêma Xakurkê û di 4'ê Tîrmehê de jî li herêmên Qendîl-Zap-Heftanîn'ê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê destpê kir, dewam dike.
Di roja 4'ê Tîrmehê de saet di navbera 08:00-09:00 de, qereqola artêşa TC a li nahiya Kanîmasî ya li Duhok-Amediyê ye, obus û hawan avêt herêma Girê Ortê. Ji ber vê bomberdûmanê şewat derket û şewat hê venemiriye.
Di 4'ê Tîrmehê de saet di 13:40 de, gerîlayên me bi çekên giran li leşkerên li Çeperê Şêxa yê li navçeya Colemêrg Çelê bi cih bûbûn, xistin. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar ên vê çalakiyê nehat zelalkirin. Piştî vê çalakiyê leşkeran bi hawan, obus û çeka A-4 derdora xwe dan.
Pêgerên hewayî yên keşfê yên artêşa Tirk li ser herêmên Xakûrkê û Qendîl-Zap'ê geriyan.
Di roja 23'ê Hezîranê, artêşa TC li bejahiya Çemçê ya navçeya Qers Qaxizman'ê operasyonek da destpêkirin.
5 Tîrmeh 2016
Navenda ÇapemenÎ Û Ragihandina HPG