HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Operasyona berfireh a ku 21’ê Hezîranê artêşa Tirk li navçeyên Licê, Hênê, Karaz, Hezro û Pasûr’ê dabû destpêkirin, bêencam vekişiya. Di operasyona ku 12 rojan bi nêzî 10 hezar yekîneyên taybet hat meşandin, artêşa TC gelek kûştî û birîndar dan.

21’ê Hezîranê artêşa Tirk li navçeyên Licê, Hênê, Karaz, Hezro û Pasûrê dest bi operasyoneke berfireh kiribû. Detayên vê operasyonê wiha ne:

Bi operasyonê re qadên Şehîd Kendal, Şehîd Serxwebûn, Şehît Ferhat û Apê Mûsa bi balafirên şer bi awayekî giran hatin bombekirin.

Di 22’yê Hezîranê yekîneyên operasyonê ji bejahî ketina qadên Sîse û Pêşî Kevir. Di 23’yê Hezîranê jî li nêzî gundên Dêrxûst û Henyad ên li qada Sisê mabeyna gerîlayên me û leşkeran de şer qewimi. Li nêzî gundê Henyadê li dijî leşkeran çalakiyek sabotajê hat lidarxistin, di çalakiya êrîş û sabotajê de gelek kuştiyên hêza operasyonê çêbûn, lê hejmar nehat zelalkirin.

Di 25-26’ê Hezîranê li nêzî gundên Helhel, Mahlê û Kerwasê navbera gerîlayên me û leşkeran de şerên giran rû dan.

Di 26’ê Hezîranê li nêzî gundê Cûmarê, bi awayekî bi bandor li hêzên dimin hat dayîn, li vir qasî ku hate zelalkirin 3 leşker hatin kûştin, gelek leşker jî birîndar bûn.

Di şerên 30’ê Hezîranê de gerîlayê me yê bi navê Masîro şehîd bûye. Nasnameya hevalê me yê şehîd piştre wê were parvekirin.

Leşkerên ku bi vê operasyonê ve encamekî cîdî bi dest nexistin, di roja 2’yê Tîrmehê li gundê Mahle welatiyek qetil kirin.

Operasyona li navçeya Licê ya Amed’ê, di 2’yê Tîrmehê ji qada Şehîd Serxwebûn û Şehîd Firat heta qada qirika Temel kişiyaye.

Di 2’yê Tîrmehê de saet 14.00’an gerîlayên me li hember qereqola Mîlîka ya girêdayî navçeya Hênê ya Amed’ê çalakiyek sûîqestê li dar xistin. li vir leşkerek hat kuştin.

Di 3’yê Tîrmehê de saet 19.00’an hêzên me li hember qereqola Sûveren a girêdayî navçeya Dara Hênê ya Çewlik’ê çalakiye sûîqestê li dar xistin. Kuleyek li qereqolê bi çekên navîn û ferdî hat hedefkirin. Qasî ku bi çav hat dîtin, leşkerek hat kûştin, gelek leşker jî birîndar bûn.

Gerîlayên me YJA Starê di 3’yê Tîrmehê li hember qereqola Gûrînê ya li Nisêbîn’ê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin,

Di 3’yê Tîrmehê de saet 14.00’an hêzên gerîlayên me mabeyna navçeyên Şemzînan û Gever ên Colemêrg’ê li dijî konvoyek di nav tevgerê de bû bi çekên giran û ferdî çalakiyek li dar xistin û 2 leşker hatin kuştin. Her wiha di vê çalakiyê de wesayîtên zirxî jî 1 Kîrpî û 1 Akrep hatin derbkirin. Artêşa TC li vê qadê nêzî 3 saetan wesayîtên sivîl ji bo xwe wek mertal bi kar anîn.

Di 2’yê Tîrmehê de saet 07.45’an gerîlayên me li hember leşkerên li qereqola Dûrê ya li qada Şemzînan’ê çalakiyek sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin.

Di 3’yê Tîrmehê de saet 18.30’an hêzên me li hember komek leşkerên ku li qereqola Elemûn a girêdayî navçeya Qileban a Şirnex’ê di nav tevgerê de bûn çalaki li dar xistin û ji vê komê 3 leşker kuştin. Piştî çalakiyê qereqola Elemûn’ê bi obus û hewanan girê Zendûra bombe kir.

Wesayîta Kîrpî Ya Dı Konvoya Leşkerî De Hat Hedefkırın

Di 2’yê Tîrmehê de saet 03.10’an hêzên gerîlayên me li dijî wesayîtek Kîrpî ya di konvoyek artêşa TC de bû ku di navbera gundên Nobirn û Qereçiya yên girêdayî navçeya Elbak a girêdayî Wan’ê derbas dibû, çalakiya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de li gor agahiyên hatin bidestxistin, wesayîta Kîrpî hat rûxandin, 6 leşker hatin kuştin.

Jı Gerîlayên Me Yja Starê Çalakî

Di 3’yê Tîrmehê de saet 19.30’an hêzên me yên YJA Stareê li dijî qereqola Gûrînê ya girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdîn’ê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. Her wiha hêzên me li dayendeyek aîdî TRT’ê jî dan û îmha kirin. Piştî çalakiyê qereqola Gûrînê qadên derdora xwe da ber çekên giran. Ev çalakî li hember operasyona li ser Licê wek bersivdayina êrîşên li dijî gel hate lidarxistin.

Cerdevanên navçeya Bazîd a Agiri’yê û yên li navçeya Ebex a Wan’ê tevlî operasyonan dibin û di heman demê de kemînan datînin. Pêwîst e cerdevanên li vê qadê neyên lîstokên şerê taybet ê artêşa TC û ji konsepte tinekirinê ya li Kurdistanê pêk tê jî nebûn amûr.

Lı Dıjî Qereqola Kıryareş Çalakıya Sûîqestê

Di 2’yê Tîrmehê hêzên me li hember qereqola Kiryareş a li qada Cûdî ya Şirnex’ê çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek hat kuştin. Piştî çalakiyê qereqola Kiryareş qadên derdora xwe ketober da ber çekên giran.

Balafırên Şer Qadên Gerîlayên Me Bombe Kırın

Di 3’yê Tîrmehê de saet 11.00-12.00’an balafirên şer ên Tirk ji Herêmên Parastinê yên Medyayê, girêdayî herêma Zap’ê Qelha Ertûşê û qirika gundê Ertûş’ê bombe kirin.

Heman rojê de saet 11.30-11.40’an balafirên şer girê Stûna yê girêdayî herêma Metîna jî bombe kirin.

4 Tîrmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG