Ji çapemenî û raya giştî re!
Encamên operasyona têkçûyî ya artêşa Tirk, ku 12 rojan li Licê, Hezro û Pasûrê meşand, wîha yê,
Balafirên keşfê yên bêmirov ên artêşa Tirk, demeke dirêj li ser qadên Şehîd Kendal, Şehîd Serxwebûn, Şehîd Ferhat, Şehîd Remzî û Apê Mûsa keşf kirin. Di dema vê tevgera keşfê de , yekîneyên veşartî li herêmê hatin bicihkirin, li gelek cihan cîhazên denggirtinê hatin bicihkirin. Ji roja 14'ê Hezîranê û pê ve êrîşeke berfireh a bi balafirên şer destpê kir. Piştre bi bomberdûmana bi hawan û obusan dewam kir.
Di 18'ê Hezîranê de bomberdûman hat zêdekirin û saet di navbera 10:00-12:00 de balafirên şer bombe li derdora gundên Qurmik, Henzê, Akro, Helezin, Zengasor, Xosor, Şaxur û Kort ên li herêmên Şehîd Serxwebûn û Şehîd Ferhat barandin. Li herêma Şehîd Serxwebûn, di nava yekîneyeke me û leşkerên xwe li herêmê veşartibûn de şerekî dijwar qewimî. Di vî şerî de 5 gerîlayên me yên bi lehengî li ber xwe dan şehîd bûn.
Di roja 20'ê Hezîranê, artêşa TC ji aliyê navçeyên Karaz, Hezro û Licê, dor li qada Şehîd Kendal girtin. Tevî yekîneyên taybet, JOH, POH, kontra û cerdevan jî tevlî vê dorpêçkirinê bûn. Êvara 20'ê Hezîranê, balafirên şer bombe li qada Sîsê barandin. Di roja 23'ê Hezîranê jî, artêşa TC ji bejahiyê ve ket nava Helhel û gundên Licê, gule li wesayîtên sivîl ên li ser rê reşand. Di roja 23'ê Hezîranê, hêzên dagirker ên TC dema dixwestin ji aliyê gundê Cinezor ve bikevin qada Sîsê, gerîlayên me derbên xurt li wan xistin. Di encama vê lêdanê de bi qasî ku bi çav hat dîtin, 2 leşker hatin kuştin. Her wiha yekîneyeke me ya gerîla jî xwe berdaye nava leşkeran û di encama lêdana li vir de leşkerek hat kuştin.
Di 24'ê Hezîranê, gerîlayên me li vê derê çalakiyek li dijî hêzên dijmin pêk anîn û di encama derbên bi bandor de 4 leşker hatin kûştine, 3 jî birîndar bûn. Piştî vê çalakiyê bi 3 helîkopterên Kobra û obusan li herêmê hat xistin. Heman rojê, li hemberî yekîneyeke leşkerî ya li derdora qada Sîsê di nava tevgerê de bû, gerîlayên me çalakî pêk anîn û leşkerek hat kuştin. Li vê derê 5 zincîrên BKC û gelek fîşekên kleşê hatin rakirin.
Di 25'ê Hezîranê li nêzî gundê Cinezorê, gerîlayên me li hêzeke din a dijmin xistin. Kuştiyên dijmin ên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin. Heman rojê li mintiqeya Ziyaretê ya Sîsê hêzên me li leşkeran xistin. Di lêdana li vir de 2 leşker hatin kuştin.
Di 25'ê Hezîranê, li navçeya Amed Licê, hêzên me li herêmeke di navbera gundên Horsel û Şaxur de li hemberî hêza operasyonê ya artêşa TC çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Ev çalakî li dijî leşkerên di nava tevgerê de bûn hat lidarxistin. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.
Di 26'ê Hezîranê, hêzên me li dijî yekîneyên leşkerî yên li navbera gundên Helhel û Mîşrifê çalakî lidarxistin. Li vê derê 5 leşker hatin kuştin, 1 jê berbaz, yek jî çawişê pispor e.
Gerîlayên me roja 28'ê Hezîranê li hemberî leşkerên li derdora mintiqeya Kale ya Sîsê bi cih bûbûn, çalakiyeke berfireh pêk anîn. Di encamê de 3 leşker hatin kuştin. di 30'ê Hezîranê di navbera leşkerên li qada Pêşî Kevir û gerîlayên me de şer derket. 2 leşker hatin kuştin. Di şerê li vir de 2 gerîlayên me şehîd bûn.
Di 30'ê Hezîranê, ji bo bîranîna gerîlayên me yên şehîd bûne, li Geliyê Enyat ê qada Şehîd Kendal, li hemberî yekîneyên operasyonê çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de bi zelalî 8 leşker hatin kûştin, 10 leşker jî birîndar bûn.
Şêniyên gundê Mehlê li dijî zextên artêşa TC li ber xwe dan. Ji vî gelî welatparêzê me yê hêja Mehmet Şîrîn Kocakaya ji aliyê artêşa TC ve hat qetilkirin.
Di şerê vê operasyonê de bi qasî ku hat tespîtkirin ji yekîneyên dagirker 28 kuştî û zêdeyî 10 birîndar çêbûne. Ji ber operasyonê zerar li dehl û rezê gundiyan bûye.
Di çalakî û şerê ji ber vê operasyonê de 7 gerîlayên me yên bi lehengî li ber xwe dan şehîd bûn. Ji gerîlayên me yên şehîd bûnê, nasnameya hevalê me Agît Mardîn dema eşkere bû, wê bê ragihandin.
Nasnameyên hevalên em yên şehîd bi vî rengî ne:
Nasnav: Agir Amed
Nav paşnav: Ûgûr Baran
Cihê ji dayikbûnê: Stenbol
Dayik-Bav: Mensûre-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 18-30'ê Hezîrana 2016 / Amed
Nasnav: Agît Kahraman
Nav paşnav: Vedat Ûlûgana
Cihê ji dayikbûnê. Bedlîs
Dayik-Bav: Şongul-Aladdîn
Dem û cihê şehadetê: 18-30'ê Hezîrana 2016 / Amed
Nasnav: Masîro Yûnûs
Nav paşnav: Mervan Erdem
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Îpek-Necmettîn
Dem û cihê şehadetê: 18-30'ê Hezîrana 2016 / Amed
Nasnav: Şervan Penaber
Nav paşnav: Ridavn Ozer
Cihê ji dayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Azîze-Mahmût
Dem û cihê şehadetê: 18-30'ê Hezîrana 2016 / Amed
Nasnav: Zinar Firat
Nav paşnav: Bariş Coşkûn
Cihê ji dayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Mahîde-Sabrî
Dem û cihê şehadetê: 18-30'ê Hezîrana 2016 / Amed
Nasnav: Zinarîn Întikam
Nav paşnav: Gulen Yarici
Cihê ji dayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Atîde-Mehmet Alî
Dem û cihê şehadetê: 18-30'ê Hezîrana 2016 / Amed.
Di dema operasyonê de 2 hevalên me yên şervan dîl hatin girtin, şexsekî jî xwe teslîm kir.
Di çarçoveya vê operasyonê de, di roja 2'ê Tîrmehê de saet di 09:00 de bejahiya gundê Serêlata ya navçeya Çewlik Dara Hênê ji aliyê 4 helîkopteran ve hat bombekrin. Piştî ku helîkopterên Skorsky leşker danî herêmê, danê êvarê saet di navbera 17:00-19:00 de tevgereke zêde ya leşkerî rû da. Li ser rêya Serêlat, gerîlayên me li leşkeran xistin. Di encamê de leşkerek hat kûştin, leşkerek jî birîndar bû.
Di roja 3'ê Tîrmehê, li pêşiya gundên Serêlata, Mixsan û Zekonî, yekîneyên artêşa TC kemîn danîn. Operasyona li vê herêmê di roja 3'ê Tîrmehê qediya.
6 Tîrmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG