HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 6'ê Tîrmehê de saet di 10:30 de, hêzên me yên YJA Starê li hemberî qereqolên Serê Sevê û Girê Ortê yên li navçeya Colemêrg Çelê ne, çalakiyek pêk anîn. Baskê yekemîn ê çalakiyê li hemberî qereqola Girê Ortê çalakiyên sûîqestê kir û li vir leşkerek hat kuştin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî li leşkerên li dora tankek li qereqola Serê Sevê civiya bûn, xist. Hejmara kûştî û birîndarên leşkeran a li vir nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC obus û hawan avêt herêma Çiyayê Reş. Ji ber vê bomberdûmanê li Latê Kewa şewat derket.

Kontrayê Bı Navê Mehmet Genç Hat Cezakırın

Hêzên me yên YJA Starê roja 5'ê Tîrmehê de saet di 00:00 de, li ser rêya Colemêrg-Wan’ê, kontrayekî li dijî gelê me û nirxên têkoşîna me bi dijmin re dixebitî yê bi navê Mehmet Genç zevt kirin û ew ceza kirin. Di heman demê de wesayîta vî şexsî jî hat rûxandin.

Lı Gırê Meskan Leşkerek Hat Kuştın

Di 6'ê Tîrmehê de saet di 18:30 de, hêzên me li hemberî leşkerên li girê Meskan ê Colemêrg’ê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn û di encamê de leşkerek hat kuştin.

Wesayîta Zırxî Ya Bı Tîpa Kîrpî Hat Rûxandın

Di roja 6'ê Tîrmehê de saet di 10:20 de, hêzên me li mintiqeya gundên Xoşev û Guzeldere a li navbera Colemêrg û Wan’ê, li hemberî wesayîteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de wesayît bi temamî rûxiya; hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê, artêşa TC li vê herêmê derket operasyonê û enqazê wesayîta Kîrpî ji herêmê rakir.

Lı Şax’ê Çalakî

Hêzên me di 6'ê Tîrmehê de saet di 05:00 de li qereqola Tingê ya li navçeya Wan Şax’ê xistin. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar ên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin. Di heman demê de hêzên me saet di navbera 05:00-16:00 de li ser rêya navbera Şax û navçeya Sêrt Berwarî de nasname kontrol kirin.

Lı Elkê Operasyon

Di 4'ê Tîrmehê de saet di 22:00 de, artêşa TC bi balafirên şer bombe li gundên Geznex û Germaw ên navçeya Şirnex Elkê barand û dest bi operasyonê kir. Operasyonê heta 5'ê Tîrmehê dewam kir. Di vê operasyonê de têkiliya me bi komek gerîlayên me re qut bû. Agahiyên li ser operasyonê dema bi dest ketin, wê bi raya giştî re werin parvekirin.

Di 30'ê Hezîranê de saet di 08:00 de artêşa TC li herêma Qamûşan a Qers’ê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin. Li vê qada operasyonê di navbera hêzên me û leşkeran de şerekî dijwar qewimî bû. Di şer de 2 leşker hatin kuştin, 6 leşker jî birîndar bûn. Di heman şerî de 4 gerîlayên me yên bi lehengî şer kirin, şehîd bûn. Operasyon di şeva heman rojê de qediya.

Nasnameyên hevalên me bi vî rengî ne:

hamza omer_small

 

 

 

Nasnav: Hamza Tendurek
Nav paşnav: Omer Batûr
Cihê ji dayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Fatma-Halîs
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Hezîrana 2016 / Qers

 

 

maskeli foto

 

 

 

Nasnav: Ronî Çemçe
Nav paşnav: Ozkan Bûdak
Cihê ji dayikbûnê: Qers
Dayik-Bav: Emîne-Halîl
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Hezîrana 2016 / Qers

 

 


rubar bayram_small

 

 

Nasnav: Rûbar Serhat
Nav paşnav: Bayram Sevînç
Cihê ji dayikbûnê: Îdir
Dayik-Bav: Dîlber-Cemîl
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Hezîrana 2016 / Qers

 

 

 

maskeli foto

 

 

 

Nasnav: Rizgar Karker
Nav paşnav: Yakûp Ozmen
Cihê ji dayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Rabîa-Nezîr
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Hezîrana 2016 / Qers

 

 

7 Tîrmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG