HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di roja 10'ê Tîrmehê de saet di 11:30 de, yekîneyeke me ya gerîla li hemberî komek ji polîsan a li ser rêya avahiyên komî yên li Seyrantepe ya li navenda Amed’ê, çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiya ji cihekî nêz ve hat kirin de 4 polîs hatin kuştin, 3 polîs jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê bi maşînên zirxî polîsên kûştî û birîndar hatin rakirin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên me yên di operasyona li Licê de şehîd bûne hat lidarxistin.

Hêzên me di roja 11'ê Tîrmehê de saet di 18:30 de, bi çekên nîv giran û ferdî li leşkerên li girê Şuxa yê ser bi herêma Garisa ya Sêrt’ê xistin. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin.

Di roja 10'ê Tîrmehê, gerîlayên me li hemberî konvoyeke leşkerî ya artêşa TC a li mintiqeya Bembo ya li navbera gundên Derya û Tîrînos ên navçeya Colemêrg Şemzînan’ê çalakî pêk anîn. Dema agahiyên berfireh ên li ser encamên vê çalakiyê bi dest ketin, wê bi raya giştî re werin parvekirin.

Di êvara 9'ê Tîrmehê, yekîneyeke me ya gerîla li hemberî Qereqola Jendermeyan a Pay a li navçeya Wan Erdîş’ê çalakiyeke sabotajê ya berfireh lidar xistin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di encama vê çalakiyê de 20 endamên jendermeyên tîmên taybet (JOH) hatin kûştin û 16 jî birîndar bûn.

12 Tîrmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG