Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 9'ê Tîrmehê de saet di 12:45'an de, bi wesayîteke bombebarkirî li hemberî Qereqola Jendermeyan a li gundê Cewzat ê navçeya Mêrdîn Artûklûyê çalakiyeke sabotajê hat kirin . Yekîneyeke din a gerîlayên me jî bi çekên nîv otomatîk û ferdî li qereqolê dan. Bi çalakiyên sûîqestê jî leşkerên li nîzamiyeyê nobed digirtin hatin kuştin. Piştre wesayît li nava qereqolê hat teqandin. Di encama teqînê de 2 avahî, maşîneke zirxî, kûleyek, nîzamiye û çeperên li nava qereqolê bi giranî îmha bûn, li qereqolê şewat derket. Tîma me ya êrîşê ketin nava qereqolê, 2 çeperên îmha nebûbûn îmha kirin û li hemberî cerdevanên li dora gund jî, ji bo demeke kurt şer kirin.
Kontrayek Hat Cezakırın
Piştî çalakiyê, kontrayekî bi navê Alî yê ji gundê Tirbikê, tevî komek ji cerdevanan xwest li ser rê kemînê deyne. Li vê derê jî gerîlayên me di cih de bersiv dan û ji bo demek kurt şer qewimî.
Hevalên me yên çalakî pêk anîn, ji ber vê rewşa nû, ji bo karibin bi lez û bez xwe vekişînin, yekser dest danîn ser 2 wesayîtên sivîl û ji herêmê derketin.
40 Leşker Hatın Kuştın
Di vê çalakiyê de, 40 leşker hatin kuştin ku di nav de fermandarê qereqolê jî heye. Artêşa TC bi desteka helîkopterên kobra û balafirên keşfê yên bêmirov, bi 11 helîkopterên Skorsky kûştî û birîndarên xwe rakir nexweşxaneyên li Mêrdîn û Amed’ê. Di dema vê çalakiyê de leşkerên artêşa TC, jinek li herêma şer bû, qetil kirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Star û HPG'ê ve, di şexsê Şehîd Xebat de ji bo bîranîna berxwedêrên li Nisêbîn’ê şehîd bûnê û hevalên me yên li Licê şehîd bûnê, hat lidarxistin.
Encamên Çalakıya Lı Bezelê Wê Sıbe Bên Eşkerekırın
Gerîlayên me li hemberî Qereqola Jendermeyan a Bezelê ya li Şemzînan’ê çalakiyeke berfireh pêk anîn. Agahiyên berfireh ên li ser vê çalakiyê jî wê sibê bên eşkerekirin.
Di roja 10'ê Tîrmehê de saet di 18:50 de, hêzên me ji 3 baskan ve bi çekên sûîqestê li Qereqola navçeya Şemzînan’ê dan. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin. Piştî vê çalakiyê Tûgaya Şemzînan’ê û Qereqola Radyolîk gule li derdora xwe reşandin. Helîkopterên bi tîpa Skorsky jî kûştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên me yên li Licê şehîd bûne, hat lidarxistin.
Çalakıya Lı Dıjî Tûgaya Çelê
Hêzên me di 9'ê Tîrmehê de saet di 18:00 de, bi çekên giran li Fermandariya Tûgayê a li navçeya Colemêrg Çelê xistin. Di vê çalakiyê de bi topên hawanê li komek leşkerên li hewşa tûgayê bûn hat xistin. Her wiha gelek guleyên hawanê li nîzamiye, lojman û avahiyên tûgayê ketin. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin. Bi 7 ambûlansan kûştî û birîndar ji cihê bûyerê hatin rakirin.
Leşkeran Sıvîl Qetıl Kırın
Di dema çalakiyê de, wesayîteke sivîl a ji ber tûgayê derbas dibû, bû hedefa guleya leşkeran. Ji ber vê gulereşandina leşkeran 2 sivîlên di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn. Ji ber guleyên leşkeran ên li pêşberî çalakiyên zêde tirs û xof ketine dilê wan, welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.
Çalakî Zêde Dıbın
Di 8'ê Tîrmehê de saet di navbera 13:00-14:00 de hêzên me li hemberî xeta elektrîkê ya navbera Qereqola Kaymakam Çeşme û Tûgaya Şirnex’ê, çalakiyeke sabotajê pêk anîn û di encamê de ev xet hat rûxandin.
Di 10'ê Tîrmehê de saet di 15:00 de, hêzên me li ser rêya navçeyên Amed Pasûr û Farqîn’ê kontrola rê û nasnameyan kirin. Piştî çalakiyê artêşa TC hawan avêt herêmê. Ji ber vê bomberdûmanê li herêmê şewat derket.
Di navbera 4-5'ê Tîrmehê de balafirên şer ên artêşa TC bombe li herêma navbera gundên Germaw û Geznex ên navçeya Şirnex Elkê barandin. Li vê herêmê di navbera leşkerên derketin operasyonê û gerîlayên me de şer derket. Di şer û êrîşa hewayî de 5 gerîlayên me jiyana xwe ji dest dan.
Hevrêyên me Yilmaz, Rojîn, Hêvî, Jînda û Gulbahar ên ji Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên têkoşînê bûn, bi lehengî li dijî dagirkeriyê sekinîni û tevlî karwanê şehîdan bûn.
Nasnameyên hevalên me yên şehîd bi vî rengî ne:
Nasnav: Gulbahar Demhat
Nav paşnav: Evîn Karaçelîk
Cihê ji dayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Asiye-Sadûllah
Dem û cihê şehadetê: 4-5'ê Tîrmeha 2016 / Şirnex
Nasnav: Hêvî Havîn
Nav paşnav: Leyla Okalin
Cihê ji dayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Şukriye-Nîmetûllah
Dem û cihê şehadetê: 4-5'ê Tîrmeha 2016 / Şirnex
Nasnav: Yilmaz Saske
Nav paşnav: Hakan Şemo
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Hanîfe-Hamît
Dem û cihê şehadetê: 4-5'ê Tîrmeha 2016 / Şirnex
Nasnav: Rojîn Xizirî
Nav paşnav: Ayşe Xizirî
Cihê ji dayikbûnê: Xoy
Dayik-Bav: Sara-Adil
Dem û cihê şehadetê: 4-5'ê Tîrmeha 2016 / Şirnex
Nasnav: Jînda Amargî
Nav paşnav: Hatîce Kanat
Cihê ji dayikbûnê: Erzîrom
Dayik-Bav: Mercan-Yaşar Nûrî
Dem û cihê şehadetê: 4-5'ê Tîrmeha 2016 / Şirnex
Lı Wan’ê Çalakî
Di roja 8'ê Tîrmehê de saet di 18:00 de, li herêma navbera qereqolên Bableşîn û Albayrak ên navçeya Wan Elbak’ê, di navbera yekîneyeke me ya amadekariya çalakiyê dikir û leşkerên derketibûn operasyonê de şer derket. Di vî şerî de 2 hevalên me şehîd bûn.
Nasnameyên hevalên me yên şehîd wûha ne:
Nasnav: Bêrîtan Koçer
Nav paşnav: Bêrîtan Çetînkaya
Cihê ji dayikbûnê: Saêrt
Dayik-Bav: Ayşe-Abîdî
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Tîrmeha 2016 / Wan
Nasnav: Dilşad Tolhildan
Nav paşnav: Serdar Acar
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Asiye-Nûrî
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Tîrmeha 2016 / Wan
Di şeva 10'ê Tîrmehê de saet di 01:30 de, kesekî ku timî erzaq dibir ji leşkerên li qereqola li gundê Xaçkan a li herêma Masîro ya Wan’ê, tevî hemû hişyariyan jî dest ji vî karî berneda û di hişyariya dawî de rêbaza birîndarkirinê hat bikaranîn.
11 Tîrmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG