Ji çapemenî û raya giştî re!
Li hember leşkerên ku li gel wesayîtên zirxî di navbera devera Şeptan û navçeya Şemzînan a Colemêrg’ê dema di nava tevgerê de bûn, gerîlayên me çalakiyeke sabotajê li dar xistin . Li hember konvoyeke di navbera Taxên Meydan û Bedoyê de bi çekên nîvotomotîk û çekên ferdî çalakiyeke xurt hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de 5 leşker hatin kuştin û wesayîteke bi tîpa Kîrpî jî hat derbkirin. Di heman demê de leşkerên ku ji bo hewarê jî ketin tevgerê bûn hedefa yekîneyên me. Li vir jî 2 leşker hatin kuştin, wesayîteke tîpa Kîrpî jî hat derbkirin. Artêşa TC kuştî û birîndarên xwe bi ambûlans û helîkopterên bi tîpa Skorsky rakirin nexweşxaneyên li Şemzînan’ê. Di heman demê de Tûgaya Şemzînan û Qereqola Kûrê cihê bûyerê bi obus, hewan û tankan bombe kirin. Di encama bombebaranê de li bajahiyê şewat derket.
Di 12’ê Tîrmehê de saet 08:30’an gerîlayên me li hember leşkerên qereqola Girê ya li navçeya Çelê ya Colemêrg’ê çalakiyeke sekvaniyê li dar xistin. Di çalakiyê de leşkerek hat kuştin.
Di 12’ê Tîrmehê de saet 10:00’an dema ku kepçeyên aîdî artêşa Tirk a ku rê ji bo girê Leylek ê li herêma Oremar a navçeya Gever a Colemêrg’ê çêdikir, gerîlayên me ew kirin hedef û bi çekên giran lê xistin. Têkildarî kuştî û birîndarên leşkeran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Di 12’ê Tîrmehê de saet di navbera 09:00- 10:00’an de qereqolên Bespin û Milê Gûrya, Çelê Nimêja ya li Şirnexê li gel Tumena Şirnex û Tabûra Îkîzce; Herêmên Gundikê Remo, Tikeva û Kusî Keça bi obus, hewan û tankan bombe kirin. Di encama bomberdûmana artêşa Tirk de li bejahiyê şewat derket.
Di 12’ê Tîrmehê qereqola girê Zargê ya girêdayî navçeya Licê ya Amed’ê der dora xwe da ber çekên giran. Li ser vê êrîşa leşkeran jî li bejahiyê şewat derket. Gelê herêmê yên ku xwestin agir vemirînin ji aliyê leşkerên artêşa TC ve hatin astengkirin.
13 Tîrmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG