HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 10’ê Tîrmehê de saet 11.00-12.00’an hêzên gerîlayên me mabeyna gundên Şîrînus û Dêrebanê de li dijî konvoyeke ku ber bi qereqola Bezelê ya li qada Şemzînan’ê diçû çalakî li dar xist. Di çalakiya sabotajê de wesayîta zirxî ya Kobra hat hedefkirin. Ev wesayît hate rûxandin û 9 leşker hatin kuştin.

Ev çalakî ji bo bîranîna 8 gerîlayên me yên ku 23’yê Gulanê navbera gundên Zêvkan û Kertiniz ên girêdayî navçeya Gever a Colemêrg’ê şehîd bûne û ciwanê bi navê Samî Kaplan ê ku dimin li gundê Bêmbo yê Şemzînan’ê qetil kir, hat lidarxistin. Piştî çalakiyê, artêşa TC li qadê operasyon da destpêkirin.

Di 14’ê Tîrmehê de saet 07.00-08.00’an li dijî leşkerên ku navbera girên Şehîd Zerdeşt û Şehît Rahîme yên li qada Oremarê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrg’ê, hêzên gerîlayên me bi çekên giran çalakiyek li dar xistin. Li vir hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC qad ketober da ber çekên giran û agir bi eraziyê girt.

Di 13’ê Tîrmehê de saet 11.00’an hêzên gerîlayên me dest danîn ser wesayîteke ku ji qereqola Şamanis a girêdayî navçeya Gurpinar a Wan’ê re malzeme dibir. Ajokarê wesayîtê ji aliyê hêzên me hat hişyarkirin û berdan.

Di 12’ê Tîrmehê de saet 12.00’an hêzên me wesayîteke ku ji qereqola Beyazçeşme ya girêdayî navçeya Pîran a Amed’ê re xurek dibir şewitandin.

Di 13’ê Tîrmehê de saet 16.45’an hêzên me yên YJA Starê li dijî qereqola Gas a girêdayî navçeya Dara Hênê ya Çewlik’ê çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin. Her wiha, hêzên me qereqol dan ber çekên navîn.

Di 13’ê Tîrmehê de saet 05.00’an artêşa TC li nêzî gundên Selpane, Spandika, Dirişkê , Dêravutê yên li qada Mişarê ya li derdora çiyayê Gabar ê girêdayî Şirnex’ê kemînan datîne. Kemîndanîn heman rojê heta saetên êvarî dewam kirin. Her wiha artêşa TC li eraziyê kamera bi cih kirin û yekîneyên veşartî bi cih dikin.

 Di 13’ê Tîrmehê li gundê Dirûla ya girêdayî navçeya Korxol a Çewlik’ê, gerîlayên me yekîneyek veşartî ya artêşa TC ku xwe di eraziyê de bi cih kiribû, xistin kontrolê. Hêzên me danê êvarî saet 20.00’an li dijî vê yekîneyê çalakî li dar xist û ji mesafeyek nêz ve lê da. Piştre 20 leşkerên ku li cihê bûyerê kom bûn dîsa ji aliyê gerîlayên me hatin hedefkirin. 3 roketên RPG-7 li cihê ku leşker lê bûn ketin. Di vê çalakiyê de 8 leşkerên hatın kuştin bi çav hatin dîtin. Li vir hejmara leşkerên kûştî û birîndar hê zêdetir in. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên ku li Erzînganê şehîd bûne hat lidarxistin.

Di 13’ê Tîrmehê de mabeyna gundên Înega û Konût ên girêdayî navçeya Azaxpêrt a Çewlik’ê, dema yekîneyek gerîlayên me diçûn wezîfeyê bi leşkerên artêşa TC re hevrû bûn û şerekî demkurt qewimi. Piştî vî şerê demkurt, heta danê êvarî artêşa TC vê qada bûyerê da ber obus û hewanan. Yekîneya gerîlayên me bi awayekî saxlem vegeriyaye bargehên xwe.

14 Tîrmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG