Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 4’ê Tebaxê de saet di 13:00 de, hêzên me li hemberî panzerek di nava konvoya leşkerî ya ji qereqola Oremar’ê diçû qereqola Sînewa, çalakiya sabotajê pêk anîn . Di encamê de derb li panzerê hat xistin. Hejmara leşkerên kûştî û birîndar nehat zelalkirin.
Di 2’ê Tebaxê de saet di 23:00 de, komek ji hevalên me dema li bejahiya Mûş’ê bi erka xwe radibûn, li nêzî gundê Kijlakomê rastî leşkerên artêşa Tirk hat û şer derket. Di vî şerî de 6 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. 2 gerîlayên me yên bi lehengî şer kirin, şehîd bûn. Artêşa TC piştî vî şerî li qada Karasû Mûratê dest bi operasyonê kirin. Her wiha li gundên Kasor, Horang û Gavanê jî leşkeran bi zorê li nava malan lêgerîn kirin. Leşkeran wekî din gule li wesayîteke sivîl reşandin û sivîlek birîndar kirin.
Di 2’ê Tebaxê li herêma Apê Mûsa ya li navçeya Amed Licê, artêşa TC operasyon da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de artêşa Tirk obus û hawan avêt derdora gundên Cahît, Şelê, Şabek û quntarên Qilê Boa û Kuçuk Taşlikê. Ji ber bomberdûmanê şewat li herêmê derket. Operasyon hê dewam dike.
Di 4’ê Tebaxê de saet di 22:00 de hêzên me li hemberî xeta înternetê û stasyona bazê ya Vodafone ya li gundê Pfiyan ê navçeya Bedlîs Xîzan’ê çalakiya sabotajê kirin û di encamê de îmha kirin.
Hêzên me, di roja 4’ê Tebaxê li hemberî girekî li nêzî gundê Penabut ê navçeya Qers Qaxizman’ê ku artêşa TC lê bi cih bûbû, çalakiya sûîqestê kirin. Di encamê de leşkerek hat kuştin.
5 Tebax 2016
Navenda Ççapemenî û Ragihandina HPG